London Kurdish Film Festivali

Bultena Çapemeniyê Ya LKFFê

 

  1. FESTÎVALA FÎLMÊN KURDÎ YA LONDONÊ VEDIGERE EKRANÊN ZÎV

 

  1. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê dê vê Îlonê vegere Sînemaya Rio & Vue. Ev festîvaleke pir girîng e, ji ber ku LKFF vedigere ekrana zîv a li Londonê û piştî du weşanên global ên serkeftî yên li onlineê vedigere ekranên mezin.

 

Di çapa 13emîn a LKFFyê de em ê bernameyeke fîlmên pêşhilbijartî pêşkeş bikin ku ew film di navbera salên 2021-2022an de derketine. Em ê danîşana baştirîn fîlmên Kurdî û yên nû derketî bikin ku di dema pandemiyê de firsenda wan çênebûye bibiriqin.

 

Festîval dê di navbera 23ê û 30yê Îlona 2022an de pêk were.

 

Hebûna fizîkî ya LKFF’ê wê derfetê bide xwediyê bilêtan ku bi fîlmçêker, lîstikvanên jin û mêr bi xwe re hevdîtinê pêk bînin. Di heman demê de LKFF dê bi navê pîrozkirina çand û sînemaya Kurdî çalakiyên wek pirs û bersiv, gala, şahî û merasîma xelatdayînê li dar bixe.

 

Dîrektorê Festîvalê, Ferhan Stêrk:

 

“Ez bi fîlmên bijartî yên îsal pir kêfxweş im û hêvîdar im temaşevan jî îsal ji fîlman kêfxweş bibin. Me çapeke wisa taybet saz kir ku bi çîrokên taybet ên yekta ku dê me vegerîne cihê ku em jê tên û tama Kurdistanê bîne bîra hemû temaşevanan. Em ê çandê vegerînin ekranên mezin û bi civakên din ên li Londonê re bikevin têkiliyê.”

 

Dîrektora Bernameyan, Sheriban Suyur:

 

“Em ê dîsa bi mirovan re bicivin û ligel hev li ser ekranên mezin li fîlman temaşe bikin. Parvekirina tecrûbeyeke wiha dê pir xweş be. Em ê bi panêl, komxebat û partiyên LKFF’ê li Venueyê Sînemaya Kurdî pîroz bikin û ev yek wê coş û hesta yekîtiyê bîne me.

Pêşwazîkirin, galaya vekirin û girtinê û merasîma xelatdayînê ya LKFFê dê atmosfereke bêhempa ava bike ku temaşevan û çêkerên sînemayê li hev bicivin û bi Sînemaya Kurdî kêfê bikin.”

 

Derbarê LKFFê de

 

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê (LKFF) ku di sala 2001ê de ava bû, mezintirîn festîvala fîlman e di warê xwe de ku ji Kurdistanê û cîhanê fîlman berhev dike û li Londonê digihîne temaşevanên sînemayê. LKFF ji aliyê tîmeke dilxwazan ve tê birêvebirin û hilberandin. Festîval ji destpêkê ve ji rêyeke dirêj derbas bûye û 11 weşanên serkeftî li dû xwe hiştiye, ku her yek bi mezinahî û girîngiya xwe pêş dikevin.

 

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê di wê baweriyê de ye ku sînema şêweyeke bi hêz û bibandor a derbirîna hunerî ye û ji bo Kurdan zor girîng e ku ew jî weke hemû neteweyên bindest, sînemayê veguherandine amûreke rizgarî û xweîfadekirinê. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ji bo fîlmçêkerên Kurd û yên ne Kurd platformeke bingehîn peyda dike da ku fîlmên bi her şêwe, mijar û cureyê ku çîrok û serpêhatiyên gelê Kurd li çaraliyê cîhanê radixe ber çavan.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê dê wek pêşangehek ji bo sînemaya Kurdî berdewam bixebite û bi xwedîlêderketin û xelatkirina kesên jêhatî û sînemayê dê ji bo mezinbûn û geşbûna Endûstriya Sînemaya Kurdî li herêmê û cîhanê hewl bide.

 

LKFF roleke girîng dilîze di zêdekirina rahêjîna fîlmên navneteweyî yên ku ji aliyê sînemagerên Kurd ve tên çêkirin an jî li ser mijarên têkildarî Kurdan ku ji aliyê her derhênerekî ve ji bo temaşevanên Brîtanî hatine çêkirin. Ew ne tenê fîlmên derheqê Kurdan li seranserê Rojhilata Navîn, -Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyê jî di nav de- tîne cem hev, lê di heman demê de ew wekî platformek dixebite ku temaşevanên Rojhilata Navîn û Rojavayî li hev dicivîne ji bo berfirehkirina diyaloga çandî di navbera civakên cuda yên Brîtanyayê de.

 

 

 

Ji bo hevpeyvîn û zanyariyên zêdetir ji kerema xwe bikevin têkiliyê:

 

Kali Jaff

Media@lkff.co.uk

Ji bo agahiyên nû me bişopînin:

Facebook: @londonkurdishfilmfestival

YouTube: @londonkurdishfilmfestival

Instagram: @lkff

Twitter: @lkff

 

 

Leave A Comment

Cart

No products in the cart.

Select the fields to be shown. Others will be hidden. Drag and drop to rearrange the order.
  • Image
  • SKU
  • Rating
  • Price
  • Stock
  • Availability
  • Add to cart
  • Description
  • Content
  • Weight
  • Dimensions
  • Additional information
  • Attributes
  • Custom attributes
  • Custom fields
Click outside to hide the compare bar
Compare
Compare ×
Let's Compare! Continue shopping