Dîsa Bi Xêr Hatin!

Em bi kêfxweşî radigihînin ku 12emîn Festîvala Filmên Kurdî ya Londonê dê yekemîn Festîvala Filmên Kurdî ya GLOBAL ya online pêşkêş bike, festîval dê di navbera 16-27 Avrêl 2021ê de were li dar xistin. Filmên di bernameya îsal de dê bi awayekî online werin nîşandan û ji hawîrdora cîhanê bi awayekî bêpere(belaş) bikare were temaşe kirin.  

Jiber vê rewşa zehmet ya COVID-19, gelek festîvalên derdora cîhanê mecbûr man yan betal bikin yan jî paşbixin. Me wekî FFKL biryar da ku festîvala îsal ya ku 12 rojan berdewam bike bi awayê online pêşkêş bikin.  

Festîvala Fîlmên Kûrdî ya Global

Her wiha fetsîvala îsal rastî 20emîn salvegera FFKL tê, jibo pîrozkirina festîvala me ya demdirêj me biryar da ku bi deh Festîvalên Filmên Kurdî yên bi nav û deng li hawîrdorê cîhanê re bi awayekî hevpar festîvala xwe li dar bixin. Bi vê hevkariya taybet, 12emîn FFKL dê yekemîn Festîvala Filmên Kurdî ya Global ya hevpar bide nasîn.

Kurdistana min

Jibo ku ji naveroka xwezayî ya îsal re bibe bersiv, temaya vê festîvalê wekî Kurdistana Min hatiye hilbijartin. Sînemaya Kurd di van çend dehsalên dawî de zêde pêşketiye. Lê tevî vê pêşketinê jî  filmên hatîn çêkirin û hûnera heyî têra xwe derneketiye pêş û nehatiye temsîl kirin, herwiha gihaştina van filman pir zehmet bûye û gelek kesan nekariye qet hinek ji wan filman temaşe bikin. FFKL bi 11 festîvalên hatîn li dar xistin bênavber hewldaye ku balê bikişîne ser sînemaya Kurd.

Ji ber vê yekê me şert û mercên îsal wekî fersendekî qebûl kirin û sazkirina pirtûkxaneya filmên Kurdî danî pêşiya xwe. Ev pirtûkxaneya filmên Kurdî jibo sazkirin û nasandina sînemaya Kurdî ya neteweyî bibe gavek.  Em ê îsal du bernameyên sazkirî pêşkêş bikin; Yekemîn, Bernameya Filmên Nu yên Hilbijartî, dê kurtefilm, filmên metrajdirêj, anîmasyon û belgefilm werin nîşandan. Duyemîn, Filmên Baştirîn ên Sînemaya Kurdî di nav 20 salên dawî de, dê filmên metraj dirêj û belgefilm werin nîşandan.

Ev cara yekemîn e ku temaşegeheke di vê asta mezin de bi bernameyeke dîrokî tê lidarxistin, wekî din di bernameyê de bi tevlîbûna pisporên endustriya filman Pirs û Bersiv(Q&A), panel û atolye jî werin lidarxistin.

 

Pêşbirk & Xelat

Di festîvala îsal de dê du komên jûrî ji hawîrdora cîhanê yên Kurd û ne Kurd pêk tên yên ku di sektora filman de aktîf in hebin. Jûriya îsal dê filmên di bernameya Filmên Nu yên Hilbijartî de cih bigire hilbijêrin û xelatên pêşbirkan diyar bikin;

  • ROJAZER Xelata Baştirîn Filma Metraj Dirêj
  • Xelata Baştirîn Belgefilma Mehmet Aksoy
  • Xelata Baştirîn Kurtefilma Yilmaz Guney
  • Xelata Rûmetî ya FFKL
  • Xelata Baştirîn Belgefilma Kurt
  • Xelata Baştirîn Lîstîkvana Jin
  • Xelata Baştirîn Lîstîkvanê Mêr

 

Tevî van xelatan, me xelateke nu jibo festîvala îsal diyar kir. Temaşevan dê bikarin jibo filmekî ji bernameya Filmên Baştirîn yên Sînemaya Kurd dengê xwe bidin.

  • Xelata Fîlma Herî Baş Ya Bijareya Temaşevanan

12emîn Festîvala Filmên Kurdî ya Londonê ji hêla Enstîtûya Filmên Brîtanî (BFI-British Film Institute), Tora Temaşevanên Filman (FAN-Film Audience Network), National Lottery, Nûnertiya Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê-UK(KRG-UK) û Meclîsa Kurd ya Demokratîk ya Brîtanya tê piştgirî kirin.

 

Festîvala Fîlmên Kurdî Ya Global bi hevkariya Festîvalên Filmên Kurdî ji hawîrdorê cîhanê yên li jêr tê li dar xistin:

Festîvala Fîlmên Kurdî Ya Amedê

(Akademîya Sînameyê ya Rojhilata Navîn )

Festîvala Fîlmên Kurdî Ya Barselonayê

(Mostra De Cinema Kurd De Barcelona)

Festîvala Fîlmên Kurdî Ya Hamburgê

(Kurdisches Film Festival Hamburg)

Festîvala Fîlmên Kurd Ya Los Angelesê

Festîvala Fîlman ya Mezopotamyayê

Festîvala Fîlmên Kurdî Ya Moskovayê

Festîvala Fîlm û Çanda Kurdî Ya New Yorkê

Bilavkarîya Fîlman Ya Rêtaw

Festîvala Fîlmên Navneteweyî ya Rojava

Festivala Filmên Navneteweyî ya Silêmanî

Em dixwazin spasdariya xwe nîşanî van sponsorên festîvalê bikin; PIYA Accountancy, Food Art, MIYA Solicitor, Organic Earth, BCC, Ice Factory, ALKO, Café Z,Village Grocer, Kurdish House London.

Çalakiya yekemîn ya festîvalê di 21ê Adarê dest pê dike, Em wekî FFKL we hemû temaşevanên derdora cîhanê bi dilekî germ vedixwînin festîvalê û 12 rojan bi bernameya dewlemend a filman kêfxweş bibin. Em bi dilgermî li benda dîtina we hemûyan e.

jibo bêhtir agahî û lidarxistina bernameya Festîvala Filmên Kurdî ya Global websayta me bişopînin:

www.lkff.co.uk

Rêvebiriya Festîvala Fîlmên Kurdî Ya Londonê

 

Jibo agahiyên nûjen me bişopînin:

Facebook: @londonkurdishfilmfestival

YouTube: @londonkurdishfilmfestival

Instagram: @lkff

Twitter: @lkff