Komîteya amadekirina Festîvala Fîlmên Kurd pir kêfxwes e bi vexwendina we ya ji bo 4.Fîlmfestîvala Kurd ya Londonê. Festîval zêdetirî sêst fîlman cûrbecûr yên wek pevbestîn (fiction), belgawer, anîmasyon û kurtefîlm dihundurîne. Festîvala Fîlmên Kurd ya Londonê, yekemîn festîvala fîlmên Kurd bû dinê de, lê aniha, ew mezintirîn fîlmfestîvala Kurd e di seranserê cîhanê de. Ev bûyer wê bi gotûbêjên bi dîrektor, fîlmçêker û aktoran re bê dewlemendtirkirin. Armanceke me ya sereke ew e ku em jêhatinbariyên nû yên ku derdikevin holê tesfîq bikin. Em pir sanaz in bi dîtina ewqas fîlmçêkerên ciwan ên Kurd ku ji Ewropayê derdikevin û bi têkiliyên çandî yên ku li Kurdistanê rûyê civaka Kurd diguherînin re eleqedar dibin. Karên van fîlmçêkeran cîhekî bingehîn digire di nav programê me de. Sînema zimanekî hêzdar e, tesîra wî bi rehetî dikare ji sînorên ku sîyaset, erdnîgarî, ol û cûdakeriyên çandî, dertînin pêsiya me, derbas bibe û xwe bighîne temasevanan. Ji bo ku em diyaloxa di navbera neteweyên ku bi hev re dijîn de xurttir bikin divê ax bê kolan û atmosfer were guhertin.
Sînema Rio, ji serî de heta niha pistgiriya pêskêskirina vê festîvalê kiriye û ji ber vê jî em bir kêfxwes in ku îsal jî em ê festîvalê li vir pêskêsî temasevanan bikin. Me riyeke dirêj qetkiriye ji hingî festîvala xwe ya sala 2001’ê. Komeke ku ji dilxwazan pêk dihat Festîvala Fîlmên Kurd ya li Londonê, da destpêkirin. Sal bi sal komîteya me amadekirinê, dewlemendtir bû bi tevlîbûna dilxwazên nû. Pistî gotûbêjên avaker yên di derbarî zêdekirin û mezinkirina kar û xebat û tesîra festîvalê de, biryar hatin girtin ku di amedekirina festîvalê de zêdetir pistgirî ji gelê Kurd bên girtin û komîteya amedekar jî zêdetir hesabê bide gelê Kurd. Di dawiya 2004 an de, FFKL, biryar girt ku ew bibe bin-komîteyeke hevpar ya navenden sereke yên Kurdên li Qraliyeta Yekbûyî – Mala Gel, Navenda Çanda Kurd li Lambeth, Navenda Civaka Kurd li Haringey, Komela Kurdên Sirgûnê ya li Kensgington û Chelsea.
Endûstriya Fîlmên Kurd- ku wek çivika ji hêkê nûderketî ye- ji Mijdara 2004 an vir ve, bi berhamdariyek pir zêde performans daye nîsan. Di nav mehên dawî de, hin ji van fîlman xelatên bi navûdeng girtin di Fîlmfestîvalên Navnetewî de. Fîlmçêkirin, ji Kurdistanê re, tisteke nû ye, lê heta niha, hin fîlmên bîrawer hatine hilberîn, ku hin ji van, rexneyên pir xwes girtine û di seranserê cîhanê de nav dane û hatine belavkirin. Ji ber pêsketinên siyasî yên bi Kurdan re têkildar, bi taybetî jî aramtiya nûbicîhbûyî ya li Basurê Kurdistan, derfet daye ku aktîvîteyên fîlmçêkirinê bi pês bikevin û vê yekê jî sînema Kurdî gavek pêsve biriye.
Îsal me ji hemû salên berê zêdetir fîlm girtin, ji ber vê jî, em mecbûr bûn ku proseseseke tund ya fîlmbijartinê bi kar bînin ku em bikarin li ser programa xwe ya ji bo hefteyekê bigihîjin encamekê. Bi xemgînî, me tenê karî nîvê fîlmên ku gihîstên destê me tevlî nava programa xwe bikin. Her wiha îsal jî salek ji salên yekemîn e. Em bi taybetî jî bi pêskêskirina filma bêdeng ya klasîk ya bi navê ZARE ku 1926 an de li Ermenîstanê hatibû çêkirin, gelek sanaz in. Ev fîlm wek yekemîna fîlma ku di derbarî Kurdan de hatiye çêkirin, tê zanîn. Em dixwazin ji Navenda Fîlmên Netewî ya Ermenî û Fîlmfestîvala Navnetewî ya Yerevanê re spas bikin, ji bo xebatên wan ên giranhiha ku dewla serê wan e ku em dikarin vê fîlmê di festîvala xwe de bidin nîsan. Em bi taybetî jî dilsad in ku ku em ê bikaribin ji bo cara yekem hin fîlmên anîmekirî yên Kurd pêskês bikin. Ev û hin fîlmên din ên ku ji bo zarokan lêhatî ne, firsend dane me ku em ji bo cara yekem programeke xwendegeh/ciwanan pêskês bikin.
Bûyerên balkês ên festîvalê wê van bihundurîne: NÎV HEYV a Bahman Gobadî – sê xelat girtin di Fîlmfestîvala San Sebastian de. VEGERA MALÊ ya Emer Ugur, ya derbarî conteya leskerî ya 1980 an. ÎLAHIYA BEFRÊ ya Cemîl Rostami – pêsbazê bastirîn ya fîlmên biyanî ji bo Îraq di Xelatên Akademiyê ya sala 2005 an de. KÊLOMETRE NÎN a Hiner Selîm – ji bo pêsbaziya Cannes 2005 an hatibû bijartin. SAL DIBORIN SEVEKÊ ya Mehdî Omat. DAVID Û LEYLA ya Jalal Jonroy – komediyeke siyasî. BRAKUJÎ ya Yilmaz Arslan. NÊRGIZ VEDIBE ya Mesud Arif Salih û Huseyin Hesen Eli – bi temamî ji aliyê Kurdan ve hatiye çêkirin. DAVID TOLHILDAN Û ENFAL ên Mano Xelîl. BÊRÎTAN a Xelîl Uysal û hevalên wî. LI KERKÛKÊ VEGERÎN ya Karzan Sherabayanî. RÊYA KU SEDAM BIRE DOHEHÊ ya Gwynne Roberts û John Williams. 38 a Çayan Demîrel. Her wiha, festîval gelek kurtefîlmên xwedîxelat û belgawerên cûrbecûr û pir balkês jî dihundurîne.
Hemû fîlm wê bi binnivîsên bi Înglîzî bin, ji bêlî BÊRÎTAN.
Mesaja me ya ji bo îsal ev e: bê dîyalog, asitî ne gengaz e. Em hêvîdar in ku festîvala me wê asitiyê û têgihîstina di nav hemû gelan de tesfîq bike.