Home


LONDON KURDISH FILM FESTIVAL 08 DECEMBER 2006
homediaryfeature filmsdocumentariesshort filmsinfocontact us

Fîlmên Direj



NÎV-HEYV

Director: Bahman Ghobadir
Cast: Ismail Ghaffari, Allah Morad Rashtiani, Farzin Sabooni, Kambiz Arshi, Sadiq Behzadpoor, Ali Ashraf Rezai, Reza Haj Khosravi, Mohamad Nahid, Bahram Zarei Hedieh Tehrani, Golshifteh Farahani, Hassan Poorshirazi. South Kurdistan (Iraq)-Iran-Austria 2006 / 114m / Kurdish with English subtitles / 15


Sedam ji text ketiye û Mamo, muzîkarekî bi navûdeng ê Kurd, dest bi rêwîtiya Iraqê dike ku ew û kurên xwe, bi hev re, konserekî bidin. Hevalekî kevin diajo mînîbasa ku diçe yek bi yek kuran top dike. Her çiqas, yek ji kuran, dibeje ku kalûpîrên gundê wî gotine ku hek rêwîtî dom bike ew ê tistên pir xirab biqewimin jî, Mamo biryardar e ku dewam bike. Sînor tên derbaskirin, zehmetî tên kisandin, ev rêwîtî him dibe macerayek û him jî kesîf û lêkolînek. Ev fîlma bijarte ya nû ya Bahman Ghobadi bi xelata ji bo nivîs û fotoxrafiyê re xelata bilindtirîn girt li Fîlmfestîvala San Sebastian.

half moon
half moon


KÊLOMÊTRE NÎN

Director: Hiner Saleem
Cast: Nazmi Kirik, Belçim Bilgin, Eyam Ekrem, Ehmed Qeladizeyi, Nezar Selami. France-South Kurdistan (Iraq) 2005 / 96m / Kurdish with English subtitles / 15


Îraq 1988. Ako, ku ji nû ve zewicî ye û bûye xwedî zarok bi zorê dibe leskerê artêsa Sedam Huseyîn. Leskerê nejdil, xeyala reva xwe ya ji welêt dike, lê jina wî Selma naxwaze pêre here, ji ber ku bavê wê nexwesê nav ciyan e. Ako disînin eniya ser ya li sînorê Îraq û Îranê ku li wir ne tenê Ako dibe xwedî serpêhatiyên rastiya serê, lê, her wiha, ji ber ku ew Kurd e, ji hemî aliyan tedayî dibîne. Ji rewsa neçar re pîvanên tund lazim in.

kilmetre zero
kilmetre zero


EXORCISM – DIAYÊ CINQEWITANDINÊ

Writer/Director: Made Omed
Cast: Tariq Akreyi, Omar Chawsheen, Hawjin Sardar, Haval Hamajwan. Produced by Cultural Ministry in Arbil (Cinema Section) South Kurdistan (Iraq) 1993 / 80m / Kurdish with English subtitles / 15


Di serhildana gelê Kurd ya 1991’ê de, Seddam êrîs dike bajarên Kurdan. Ji ber êrîsên bombeyên kîmyewî, bi hezaran Kurd direvin derdikevin serê çiyan. Ev serê dawî bû di navbera gelê Kurd û rejima Sedam de. Fîlm balê diksîne ser pîremirekî bi navê Qudret Axa ku di ser de keça wî ya bi navê Meyrem wenda dibe û ew bi alîkariya ciwanekî bi navê Camêr li digere ku wê bibîne. Camêr ji Qudret sozekê digire ku heke ew Meyremê bibînin, ew ê pêre bizewice. Pistî lêgerîneke dûr û dirêj ew Meyremê di wargeheke penaberan de dibînin. Lê belê, Meyremê ji xwe re evîndarekî peyda kiriye û naxwaze ku bi Camêr re bizewice û li ser vê meselê sêrêsî-gengese dest pê dike.

exorcism


ZARE

Director: Hamo Beknazaryan
Armenia 1926 / 72m / silent Cast: M. Tadevosyan, H. Nersisyan, A. Avestiyan, O. Gulazyan, M. Manvelyan, N. Manucharyan, H. Khachanyan, M. Garakash


This classic silent film tells the story of a Kurdish boy Saydo and his girlfriend Zare and their struggle for the right to love and happiness. The film, considered to be the first made about Kurdish life, was directed by Hamo Beknazaryan, a major star of Russian silent cinema and later the founder of Armenian cinema. Martin Hurikhanyan, Chief Editor of the Armenian National Film Centre, will introduce the film and Kurdish artist Tara Jaff will accompany the film on the harp

ZARE
ZARE

BIRAKUJÎ

Director: Yilmaz Arslan
Cast: Valentina Christova-Katina, Jean-Luc Ristic, Cécile Navarro, Mai Seck, Yusuf Geçtan. Germany 2005 / 96m / German, Kurdish and Turkish with English subtitles / 15


Îbo û Azad, du ciwanên Kurdên penaber in ku nû gihîstine Almanyayê. Jiyana zehmet/dijwar ya penaperiyê ji bo wan zû dest pê dike. Ew rastî çeteyeke Tirkan tên û bi vê yekê jî diçin dikevine nava jihevkustineke spîral û tolhildanê. Fratricide çîrokeke teqemenî ya nakokiyên bêçare û tolhildana bixwîn e. Ev portreyeke mirovatiya negihîstî ya hov û çavsor e ku ji bo ewlekarî, rûmet û saxmayînê tekosînê dimesîne di nav hawîrdoreke bi sîdet, li sirgûnê û bêqeydiyeke zalim ya civakê de ku wan diavêje pista guhê xwe.

FRATRICIDE
FRATRICIDE

   

Rex >>