Fîlmên Direj
|
|
ROJBAJ HOLANDA
Director: Akram Sulayman
Cast: Shamaly Abarash, Shadan Fouad, Lava Akram Sulayman, Ko van der Van.
Holland 2004 / 90m / Kurdish (Sorani), English and Dutch with English subtitles / 15
Çîroka malbateke penaber ya ji Basurê Kurdistanê û jiyana wan a li Holandayê di heyema ku ew li benda encama serîlêdana xwe ya ji bo îlticayê ne. Malbat li Holandayê xwedî tu statûyekê nîne û bi zorî divê ew li gundekî bijîn û li wî gundê jî ew yekemîn penaber in.
|
 |
|
|
Announcements & Programme changes
VEGERA MALÊ
Director: Ömer Ugur
Cast: Memet Ali Alabora, Sibel Kekilli, Altan Erkekli, Savas Dinçel, Perihan Savas.
Turkey 2006 / 104m / Turkish with English subtitles / 15
Ev fîlm li Tirkiyê, li ser jiyanên mirovên jirêzê, tesîra conta leskerî ya 12 Îlona 1980 an lêkolîn dike. Karkerên kargehê jin û mêr Mistefa û Esma pir kêm dikarin hevdû bibînin, ji ber ku divê ew pir zêde bixebitin ku deynên xwe bidin û ji xwe re xaniyekî çêkin. Lê, Mistefa bi siyasetê re jî eleqedar dibe û zêde fikar nake dema ku conte dest datine ser û komela karkeran ji holê radike. Sevekê, polês diavêjin ser mala wan û Mistefa dibin baregeha polês, ew bawer in ku Mistefa serokekî komonîst e û qodnavê wî jî Sêxmûs e.
|
 |
|
|
HÊSTIRÊN ÇAVÊN BEKHAL
Director: Lauand Omar
Cast : Ozzie Aziz, Aware Xan, Fuad Kamo.
South Kurdistan (Iraq) 2005 / 85m / Kurdish (Sorani) with English subtitles / 15
Gundekî biçûk li basurê Kurdistanê. Bekhal keçeke ciwan e û dixwaze ji jiyana xwe tistekê çêbike. Lê, dayîk û bav, xwedî pîlanên cûda ne ji bo keça xwe. Ew pêwîst nabînin ku keça wan biçe Zanîngehê. Hêviya wan ew e ku Bekhal li mal bimîne û karê malê bike û pistre jî bi kurmamê xwe, Sivan re bizewice. Bekhal belkî vê yekê protesto bike li belê ew rastîn jî ketiye davkê.
|
 |
|
|
BÊRÎTAN
Directors: Halil Uysal, Jinda Baran, Dersim Zeravanr
Cast: Beritan Cûdi, Jinda Baran, Rubar Qamislo, Ömer Harran, Jinda Wan, Nugayla, Beritan Boran, Gesbun, Sterk Amed, Dersim Zeravan, Xebat Serhat, Rezan Iran, Andok Amed, Ahin Qubani, M.Emin, Bager Mardin, Raperin, Hasan Afrin, Erkan Safir.
South Kurdistan (Iraq) 2006 / 180m / Kurdish (Kurmanji) and Turkish / No subtitles / 15
Li serê çiyayên Kurdistanê hatiye kisandin, û listakvênên vê fîlmê gerîlayên rastîn bi xwe ne. Ev çîrokeke rastîn ya jin-egîta bi navê Bêrîtan -Gulnaz Qeretas e ku çûbû ketibû nava refên gerîlayên tevgera azadiya Kurdistanê. Bêrîtan him helbestvan û him jî servaneke azadiyê ye. Ew her wiha li dij sasiyên hin serbazên PKK’ê jî ser dike. Di serê dawî de, ew xwe bi egîtane ji zinarekî diavêje pistî ku berikên wê bi dawî dibin
|
|
|
|
DAVID Û LEYLA
Writer/Director: Jalal "Jay" Jonroy
Cast: David Moscow, Shiva Rose ,Callie Thorne, Peter Van Wagner, Polly Adams, Ed Chemaly, Will Janowitz, Hany Kamal, Yousef Kamal. US 2006 / 108m / in English (some Kurdish, Arabic and Hebrew with English subtitles) / 15
Komediyeke pir xwesik ya New Yorkê di derbarî, sehwet, evîn û malbatên mezin de. Li New Yorkê, cihûyekî Emrîkî, yê bi navê David ku ku qenalekê televîzyonê de bernameyeke bi navê Seks û Bextewarî pêskês dike, çav ber dide Leyla, keça Kurd ya xwînsîrin û misilman ku serîlêdana wê ya ji bo penaberiyê hatiye redkirin. Leyla, ku bi pasvesandinê re, rû bi rûye, divê ku biryarekê girîng bide. Ew ê yan bi Davidê cihû yan jî bi tixtorê misilman Ahmed re bizewice. Dema ku David Leyla bas nas dike, ew dibe evîndarê Leyla. Ji ber ku ew dibîne ku Leyla keçeke xurt, zîrek, jêhatî û dilnaz e û ew ji çanedeke kevnar ya ku disibe çanda cihûyan tê. Gelo, ew ê evîna rastîn bikare li dij pêsinhikumtiya Civakê û pêkoliya/zordariya Medyayê ser bikeve. Bersîv di nav vê fîlma orîjînal û watedar da ye.
|
 |
|
|
SEVA SALAN
Director: Made Omed
Cast: Produced by Kurdistan Regional Government Ministry of Culture
South Kurdistan (Iraq) 2006 / 75m / Kurdish and Arabic with English subtitles / 15
Pirdawd Kerkûkî û jina wî, ku ev 20 sal in di mala xwe de dijîn, bêmal tên hîstin dema ku serbazeke ritbebilind ya leskeriya Ereb, dest datîne li ser mala wan. Ev yek di dema dagirkirina Kerkûkê ya ji aliyê hêzên nîjadperest ên dewleta Îraqê de pêk tê. Dema ku bajêr azad dibe, xwedîxanî û dagirker seveke pir tengûzar derbas dikin bi hev re di nav xanî de ku li wir rewsa wan, aliyên psîkolojîk û exlaqî û bijartekan dertîne meydanê û tîne dighîne lûtkeyeke biheyecan.
|
 |
|
|
NÊRGIZ VEDIBE
Directors: Masoud Arif Salih & Hussein Hassan Ali
Cast: Hussein Hassan Ali, Masoud Arif Salih, Bakir Kovli, Beybun, Mohammed A. Artishi, Ismail Zuber, Hakar Mohsin, Shahin Kivork
South Kurdistan (Iraq) 2005 / 80m / Kurdish (Kurmanji) with English subtitles / 15
Îraq di salên 1970 an de. Sedam Huseyîn û Sahê Îranê peymana Cezayîrê îmza dikin û dûre pêkolî û zordariya leskerî ya li ser gelê Kurd zêde dibin. Sedam êrîsî herema Kurd ya serbixwe dike, ku li wir xwendevanekî ciwan ê Kurd jî tevlî protestoyan bûye. Dema ku hevalên wî tên girtin û êskencekirin û kustin, ew biryar dide ku tevlî nava hêza pêsmergeyên ku li dijî artêsa Îraqê ser dikin, bibe.
|
|
|
ÎLAHIYA BERFÊ
Director: Jamil Rostami
Cast: Shadi Variani, Mohayeddin Variani, Masoud Yousefi, Abdullah Ahmadi, Jalil Mohammad Veysi, Delnia Farajpour, Anvar Farajpour.
South Kurdistan (Iraq) 2005 / 90m / Kurdish (Sorani) with English subtitles / 15
Li gundekî ser qûntarê çiyayê li sînorê Îran û Îraqê, jiyana adetî/kevnare û guherîna hemdem rastî hev tên. Pistî ku zarok ji bo barîna baranê îlahiyekê dibêjin, bêaviya demdirêj bi dawî dibe û demsaleke nû ya hêvîyê xûya dike. Lê, ne ji bo Rojan ku bi Jian re hatiye nîsankirin. Jian li derveyî welêt dixebite ku ji bo zewacê pere bide serhev. Bavê Rojan, ku ji ber bêaviyê li ber îflaskirinê ye, nikare ku êdî zêde ber xwe bide. Divê ku Rojan bi Faegh, têcirekî dewlemend ê heremî re bizewice. Seîd, froskerekî nedurust, ji îsyankartiya Rojan sûdê digire û Rojan di demeke pir kin de mecbûr dibe ku xwe ji rewseke hêj xiraptir xelas bike.
|
 |
|
|
<<Paşî
|
|