Belgewar
|
|
RIYA KU SEDAM BIRE DOJEHÊ (CEHNEMÊ)
Directors: Gwynne Roberts & John Williams
UK 2006 / 52m / in English / 15
Fîlm-çêker Gwynee Roberts û hevdîroktorê wî John Williams ku mixabin mir di dema çêkirina fîlmê de, bi lêpirsînerekî Kurd, Wezîrê Mafên Mirovan Muhamed Îhsan re dest bi rêwîtiyek xeternak dikin di nav Îraqê de. Ew dixwazin bizanin ka çi hatiye serê 80,000 zarok û mêrên Kurd ku hatine wendakirin di salên ewil ên desthilatdariya Sedam de. Di riya xeternak de ku herdem bi sîdetê re rû bi rû dimînin, ew dokumanan, vîdeoyan, îfadeyên sahidan û destpêgirên forensîk berhev dikin. Ev hemû tistên ku tên berhevkirin wê di darizandina Sedam de ji dadgehê re bên pêskêskirin.
|
 |
|
|
CANBAZ
Director: Özay Sahin
Germany-Turkey 2005 / 75m / Kurdish (Dimilki/Zazaki) and Turkish with English subtitles / 15
Koma Siyabend di nav belgeweriya musîkal ya Fatîh Akin ya bi navê JI PIRÊ DERBASBÛN, de cîh girtibûn. Ev belgawer li ser endamên komê û hevalên wan radiweste di heman dema ku ew muzîka xwe çêdikin, û dijîn li ser kolanên bajarê Stenbol ên mijûl û qerebalix. Birayên bi navê Murad û Ehmed û hevalê wan Hesen ku li ser kolanan tîner dikisand, vedigerin welatê xwe ku li wir ew gelek guherîn lê belê pir kêm bersîv, dibînin.
|
 |
|
|
13 GULE
Director: Mehmet Hatman
North Kurdistan (Turkey) 2005 / 32m / Kurdish (Kurmanji) with English subtitles / PG
Hêzên bêewlekariyê yên dewleta Tirk, Ugur Qeymez ê 12 salî ku xwendekarê xwendegeha destpêkê bû, li ber mala wan a li Qiziltepeyê, bi bavê wî re, kustin di 21/11/2004 an de. Bûyer bi sernivîsan ket rojeva çapemeniyê beriya ku Yekitiya Ewropayê biryar girt ku ew bi Tirkiyê re dest bi mizakereyên ketina nava Ewropayê bike. Ugur Qeymez, tenê yek ji hezaran kesên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kustin e. Ev belgawer li tekosîna malbata wî dinêre ku fêm bike ka çima kustin.
|
 |
|
|
38
Director: Çayan Demirel
North Kurdistan (Turkey) 2006 / 68m / Kurdish (Zazaki) and Turkish with English subtitles / 15
Ev dokumanter lê dinêre ka dewleta Tirko li Dersimê (wek Tuncelî hat bi nav kirin wek parçeke polîtîqaya Tirkkirinê) siyaseteke çawa mesand ji bo ku vê herema Kurdistanê bike Tirk di nav salên 1937-1938 an de. Fîlm dide nîsan ku ev polîtîqaya Tirkandinê hat birêvebirin, bi karanîna zorekî bêpîvan ya li dij însanên sîvîl û di encamê vê yekê de bi qasî 80,000 însan hatin kustin. Dîrektor Çayan Demirel, di fîlmê de, nêrînên sahidan, îfadeyên mirovên ku hêj sax in, lokolîna dîrokî, belgeyên resmî û nûçeyên nivîsarên di çapemeniya wê demê de, tîne ba hav ku lê binêre ka ew tista ku li Dersîm hat kirin tevkujî (cenosîd) bû an na.
|
|
|
|
ENFAL
Director: Mano Khalil
Switzerland 2005 / 52m / Kurdish (Sorani) with English subtitles / 15
El-Enfal navê sûreya hestemîn ya Quranê ye. Tê de ji pêxember Mihemed re tê gotin ku ka divê ew çawa xenîmetên serê di nav bawermendên xwe de par bike. Sedam Huseyin fermanekî bi niviskî wesand û pismamê xwe Elî Hesen El-Mejîd (Eliyê Kîmyewî) ji bo serê li dij Kurdan desthilatdar kir. Fîlm ronahiyê dide vê serê jibîrvekirî û ew tîne li ber çavên me. Di vê serê de ku ji 1988 an heta 1991 an dom kir, bi hezaran mirov hatin kustin. Rejîma Nijadperest li Iraqê ji holê rabû lê xwîskpartiya wê li hê jî li Suriyê li ser texte.
|
|
|
|
DAVID TOLHILDAN
Director: Mano Khalil
Switzerland 2006 / 54m / French, German and Kurdish (Kurmanji) with English subtitles / PG
Ev portreyeke belgawer ya David Rouiller, e. David Rouiller, ciwaneke Swîs e û ew 5 sal berê tevlî tevgera azadiya Kurdistan –PKK bû. Kurekî serokê berê yê Dadgera Bilindtirîn ya Swîsa Federal, dev ji jiyaneke xweshal û ewle ya li Swîsê ber dide û diçe dikeve nava jiyaneke tijîzor û zehmet û xeternak ya li serê çiyayên Kurdistanê. Çîrokeke rastîn e ku pirsan dertîne holê di derbarî siyanet, rûmeta mirovahiyê, pistgirî, azadî û sîdetê de.
|
|
|
|
DI NAVBERA DINYAN DE
Director: Yusuf Yesilöz
Switzerland 2006 / 54m / Kurdish (Zazaki), Turkish, German with English subtitles / PG
Portreyeke tijîjiyan ya Gulê, jineke Kurd ku 26 sal berê koçberî Swîsê bibû. Herçend jî Gulê bi civaka Swîs re entegre bibe jî, bîranînên wê yên gund ên zaroktiya wê hê jî dilê wê disewitînin.
|
|
|
|
|