London Kurdish Film Festivali

13. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê!

Hûn bi xêr hatîn 13. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê!

Festîvala Fîlman a Kurd a Londonê (LKFF) 13. saliya xwe pîroz dike, bi kêfxweşî vedigere sînemayê! Li hemberî dijwariyên cîhanî, di 12. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Cîhanê de jî LKFF bi awayekî serketî li ser platforma VOD-ê 129 fîlm bi tevahî bêpere pêşkêş kirin.

Bi piştgiriya hevkarên mîna Endustriya Fîlman a Brîtanyayê, Shift72, Sponsor, 10 Festîvalên Fîlmên Kurd û hemû Dilxwazan; Global Edition gihîştin ser 160 hezar temaşevan û 13 hezar bikarhênerên çalak bi dest xistin.

Em weke yekemîn Festîvala Fîlmên Kurd serbilind in ku ji çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê hilbijartina herî mezin a fîlman tîne cem hev. LKFF ku di sala 2001an de dest pê kir, bû pêşangeha herî mezin ji bo fîlmên Kurdî û fîlmên ji her çar aliyê Kurdistanê û ji tevahiya cîhanê pêşandan.

LKFF weke rêxistina xêrxwaziyê ya bê sûd, ji destpêka avabûna xwe û vir ve rêyeke dirêj li dû xwe hiştiye û duwazdeh festîvalên fîlman bi serketî pêk aniye. Di vê pêvajoyê de hem qedrê wê û hem giringiya wê mezin bûye.

Di LKFF’ê de em bawer dikin ku sînema şêweyeke xurt û bi bandor a îfadeya hunerî ye û bi taybetî jî ji bo Kurdan xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber ku hemû neteweyên bindest sînema veguhezînin amûreke azadiyê û xweîfadekirinê. Domandina bilindbûyînê di berhemhênana fîlmên Kurdî de tê wê wateyê ku îsal zêdetir film hene ku mijarên krîtîk vedihewînin û çîrokên bi bandortir, bi kalîteyeke bilindtir, ji berê jî zêdetir vedibêjin. Ev yek di xelatên ku sînemaya Kurdî werdigre û nasîna wê ya cîhanê de jî diyar e.

Ji bo vê festîvala 13emîn, LKFF dê li sê cihan bernameya fîlman pêşkêş bike: VUE li Woodgreenê, Rio li Dalstonê û Prince Charles li Meydana Leîcesterê. Em îsal gelek xebitîn ku bi bernameyeke dewlemend û cihêreng a fîlman derkevin pêşiya sînemahezan. Tevî hev 31 fîlm ku 15 ji wan fîlmên demdirêj in û 16 ji wan kurtefîlm in, em ê pêşkêşî sînemahezan bikin. Ji bo fîlma galayê, em bi tevlîbûna derhênerê xwedî gelek xelatan Mano Khalîl rûmetdar in. Piştî fîlma wî ya demdîrêj Cîran dê beşa pirs&bersiv hebe. Cîran ji bîranînên ciwantiya Mano yên tehl û şêrîn îlham digire û bi teswîra kêliyên di navbera dîktatorî û drama tarî de me bi trajediya Sûriyeyê ve girê dide.

Ji bo merasîma girtinê, em bi kêfxweşî promiyera Zaroktiya Îmad, belgefîlmeke dirêj a li ser zarokekî Êzidî ku du sal û nîv piştî dîlgirtina ji aliyê DAIŞê ve hatibû berdan, bi kîn û hêrsa li dijî çanda xwe dagirtî ye pêşkeş dikin. Zahavî Sanjavî ku derhêneriyê fîlmê dike, dixwaze nîşan bide ka mirov çawa vediguhere makîneyeke kujer û xwînxwar.

Di reza me yên fîlman de ev fîlm derdikevin pêşiyê; Çar Dîwar ya Bahman Ghobadî, Dansa Ali and Zîn ya Ali Konar, Azmûn ya Şewket Emîn Korkî, Zeo Nine ya Baxtyar Fetah, Zalava ya Arsalan Amirî, Parêzvanê Birayê ya Ferît Karahan û Demsala Dirîreşkan ya Haşim Aydemîr.

Yek ji armancên bingehîn yên festîvala Filmên Kurdî ya Londonê di van salên dawî de piştgirî û pêşvebirina sînemakarên belgefîlman e ku bi rêya belgefîlmên ronakker û dilxweşker ku ne tenê têgihîştina me ya serpêhatiyên mirovî yên hevbeş berfirehtir dike, di heman demê de cîhaneke agahdar, dilovan û girêdayî diçîne. Ji ber vê sedemê em kelecanî ne ku belgefîlmên bi taybetî Heza ya Derya Deniz, Aliyê Dinê yê Çemê ya Antonia Kilian, Heskîf ya Elîf Yîgît, Gund ya Serpil Turhan û Sînjar ya Anna M. Bofarull bi vegotineke xurt bînin pêşiya we.

Ji bilî fîlmên dokûmanter, kurtefîlm jî ji bo LKFF xwedî cihekî taybet in. Di vê festîvalê de 10 fîlmên kurt ên di 9. Pêşbirka Kurtefîlman a Yilmaz Guney de hatina hilbijartin jî tê de, beriya fîlmên metraja dirêj bên nîşandan.

LKFF, di 27ê Îlonê de li Rîo Sînemayê Mehmet Aksoyê ku di pêşvebirina LKFF’ê de bi salan bi afirînerî û bi karakterê xwe yê kedkar, roleke girîng lîst, bi bîr tîne. Ji bo em çîroka Memoyê pîroz bikin tevlî me bibin! Di LKFF’ê de dê kevneşopiya me ya Xelatên Fîlman a Daîmî dewam bike û ev kategorî dê bên nîqaşkirin:
· ROJAZER Baştirîn Film ya Pevbestîna Metraja Dirêj
· Mehmet Aksoy Baştirîn Belgefilmê Metraja Dirêj
· Yilmaz Guney Baştirîn Kurtefîlm
· Taha Kerîmî Baştirîn Kurtebelgefîlm
· Xelata Fîlma Rûmetî ya LKFF
· Baştirîn Aktrîs
· Baştirîn Aktor

Di dawiyê de em spasiya hemû dilxwazên xwe ku bi tevkarî, bi xîret û bi fedekariyên xwe rêdane pêkhatina festîvalê, her wiha spasiya hemû endamên juriyê, her wiha spasiya nûnerên festîvalê, her wiha spasiya sponsor û hevkaran û her wiha spasiya sînemageran ku keda xwe emaneta me kirin, dikin.

‘Fîlmên li hêviyê digerin’

Lijneya Rêveberiya Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê

Leave A Comment

Cart

No products in the cart.

Select the fields to be shown. Others will be hidden. Drag and drop to rearrange the order.
  • Image
  • SKU
  • Rating
  • Price
  • Stock
  • Availability
  • Add to cart
  • Description
  • Content
  • Weight
  • Dimensions
  • Additional information
  • Attributes
  • Custom attributes
  • Custom fields
Click outside to hide the compare bar
Compare
Compare ×
Let's Compare! Continue shopping