Pêsbirka Kurtefîlman a Yilmaz Güney a 2007'an

kutefîlm Pêsbirka Programme 9 (Wed 5 Dec 12:15)

HOPE
HÊVÎ

Director: Osman Aksoy

North Kurdistan (Turkey) 2007 / 10m / Kurdish (Kurmanji) with English subtitles / PG

Çîroka zilamekî misext e ku pistî ser vedigere tê gundê xwe. Gund hatiye wêrankirin, xalî bûye, hatiye sewitandin û her kes gund terikandiye. Lê belê wî tu car hêviyên xwe wenda nekirine û hêvî wekî azweriya wî ya herî mezin dimîne.

TERRORIST
TERORÎST

Director: Sami Sadiq

South Kurdistan (Iraq) 2006 / 1m / No dialogue / PG

Du dinyayên cuda.

kutefîlm Pêsbirka Programme 10 (Wed 5 Dec 16:15)

LOSER
TÊKÇÛYÎ

Director: Hiwa Ahmed

United Kingdom 2007 / 5m / Kurdish (Sorani) with English subtitles / PG

Pistî serê li Îraqê ya sala 1991 gelek Kurd ji malên xwe reviyan da ku xwe ji êrîsên Sedam xelas bikin û digel malbatên xwe wekî penaber hatin welatên Ewrûpî. Di nav wan de gelek kurên ciwan jî hene. Hin ji wan xwe didin qumarê ku ev yek bandoreke neyînî dike li ser zewaca wan.

OVEN
FIRNE

Director: Ashkan Ahmadi

South Kurdistan (Iraq) / 14m / Kurdish (Sorani) with English subtitles / PG

Fîdakirina jinan a ji bo mêrên wan û welatê wan ku carna bi tenê bi bêbextiya qewmê mêran tên xelatkirin.

RED DRESS
KIRASÊ SOR

Director: Hawre Bahjat Husain

South Kurdistan (Iraq) 2007 / 11m / Kurdish (Sorani) with English subtitles / PG

Zilamekî dewlemend guhdariya xeberdana jina xwe dike dema ku di telefûnê de ye û dikeve nav sik û gumanan.