Ê pêşî tu pê bihese
Ji bo navnivîsî E-maîlekê bişîne me da ku bi emaîlan agahî werbigirî sebaret bi guhertinên ku di bernameyê de pêk hatine.
lkff@lkff.co.uk
PÊŞEKÎ
Ji festîvala me ya dawî û vir ve, ku di sala 2007’an de bi rê ve çûbû, em pê kêfxweş in ku careke din li pêşberî we ne û festîvala xwe digihînin merheleyeke nû. Ev cara pêşîn e ku di vê festîvalê de Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Londonê dê fîlmên xwe li seranserî bajêr li şeş cihên cuda nîşan bide. Gelek sedemên cuda hebûn ku me ev biryar wergirt ji bo belavkirina bernameya festîvalê li seranserî London da ku xwe bigihîne temaşevanên cur bi cur. Ev yek bi rastî jî ji bo me dijwariyek e lê belê em amade ne ku vî barî hildin ser milên xwe û em hêvîdar in ku ji bo festîvalên pêşiya me em vê stratejiya xwe bikemilînin û pêş de bibin. Em her weha şad in ku fîlmên me li cihên cuda yên paytext Londonê werin nîşandan û ev yek dê bibe alîkar ji bo par ve kirina peyamên fîlman digel hemû temaşevanan. Îsal jî em bi bernemeyeke tije tije pêşberî we ne ku tê de ew fîlm hene ku him ji aliyê derhênerên Kurd û him jî yên ne-Kurd ve hatine çêkirin. Di bernameyê de fîlmên xurt û cudareng hene ku gelek mijarên rexnekirî û dijwar vedihewînin.
Di sala 2009’an de ji bo Sînemaya Kurdî hin pêşveçûnên erênî pêk hatin. Di Festîvala Cannes’ê ya di 2009’an de ji Îranê bi tenê du fîlm hebûn ku di pêşbirkê cih digirtin û her du jî ji aliyê derhênerên Kurd ve hatibûn çêkirin. Flîma Behmen Qobadî ya bi navê HAYA TU KESÎ JI PISÎKÊN ÎRANÊ NÎN E û flîma Şahram Alidî ya bi navê PISEPISA DIGEL BA di Cannes’a 2009’an de gelek xelat wergirtin û em pê serbilind in ku ev her du fîlm di bernameya me de ne. Her weha îsal ji bo cara pêşîn li Dewletên Yekgirtî (DY) festîvala fîlmên Kurdî hat li dar xistin ku di demeke nêz de, di meha Cotmehê de li New Yorkê bi rê ve çû. Ev bernameya DY ku demek e dirêj bû ku dihat hêvî kirin bi alîkarî û tevkariya me pêk hat û em kêfxweş in bi hebûna festîvaleke bira li wê aliyê okyanûsê. Bi vê festîvalê nû, Kurdan di navbera paytextên me London û New York de pireke gelek girîng hat ava kirin. Pêşveçûneke girîng ku di 2009’an de pêk hat jî ew e ku çend filmên Kurdî di 46’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Purtoqala Zêrîn a li Antalyayê de beşdar bûn ku di nav wan de ev fîlm jî hebûn: MIN DÎT (ZAROKÊN AMEDÊ); belgefîlma ZINDANA HEJMAR 5 (ku Xelata Belgefîlma Baştirîn wergirt); belgefîlmeke din LI SER RIYA DIBISTANÊ (ku Xelata Baştirîn Fîlma Yekem wergirt); û KIRASÊ KUJER. Dijwar e mirov pê bawer bike ku, her çend Kurd duyemîn gelheya herî mezin e li Tirkiyê flîmên wan karibûn encax piştî li bendê mayina hezar salan di festîvalên weha de beşdar bibin. Ev yek her weha pêkutiya li ser û cudageriya li dij Kurdan li Tirkiyê nîşan dide. Lê belê mizgîniya me ew e ku ev car flîm îsal di bernameya me de ye ku bi vî awayî hûn dikarin van flîmên hêja li Londonê bibînin. Di sala 2009’an de serkeftineke din a mezin jî ew bû ku bi edîtoriya Müjde Arslan ve yekemîn pirtûka li ser sînemaya Kurdî hat çap kirin. Pirtûka bi navê Sînemaya Kurdî: Bêrehî, Tixûb û Mirin bi tenê bi zimanê Turkî hat çap kirin lê belê biryar e ku bi zimanên Kurdî û Îngîlîzî jî were çap kirin. Û ê dawî jî îsal bi Festîvala Flîmên Kurdî û Konferansa Sînemayê ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin ê Diyarbekirê û Navenda Hunerê ya Diyarbekirê dê li Diyarbekirê bi rê ve biçe xwedî girîngiyek din e. Festîval û Konferans dê di navbera 4-13 Berfenbar 2009’an de li Diyarbekirê werin li dar xistin.
Îsal di bernameyê de gelek tişt hene ku em bi wan dikevin heyecanê. Em pê serbilind ku di festîvala 2009’an de em çendîn yekem flîmên dirêj ên derhênerên jin ên Kurd pêşkeş dikin. Ayten Mutlu ya derhênera jin a Kurd ku li Swîsreyê dijî bi yekem flîma xwe ya dirêj, ZARA, û Her weha Şîrîn Cîhanî ya derhênereke din a jin a Kurd ku li Kurdistana Başûr dijî bi yekem flîma xwe ya dirêj, STÊRK NÎVROKÎ BÊRENG IN, dê festîvalê de beşdar bibe ku ev flîm di sînemaya Kurdî de wekî yekemîn flîm a dirêj a femînîst dihê bi nav kirin. Di nav flîmên din ên girîng ên festîvalê de AZAD a Nicolas Tackian heye ku ev flîma çêkirina Televîzyona Fransiz bi nêrîna bêhempa ya derhêner di tevkujiya Ermeniyan de rista Kurdan nîşan dide. Em her weha kêfxweş in ku mazûvaniya nîşandana pêşîn a li Brîtanyayê ya flîma PIŞTÎ HILWEŞÎNÊ ya Jiner Saleem dikin. Hêjayî gotinê ye ku bi tenê du sal berê ji bo hilbijartina listîkvanên flîma XÊRHATIN a Philippe Lioret me alikariya ajansekê dikir, û niha ev flîma hêzdar di festîvala me de ye ku ev flîm ji ber helwesta xwe ya rastgo û rexnegir bo siyaseta koçberiyê ya Fransayê, him li nav him jî li derveyî Fransayê nîqaşên girîng dan dest pê kirin. Her çend heta niha festîvalên navneteweyî yên wek Purtoqala Zêrîn û Globa Zêrîn flîmên Kazım Öz venehewandin jî em du flîmên wî yên dawî û hêzdar BAHOZ û WERZA DAWÎ: ŞAWAKS îsal dihînin Londonê. Em her weha kêfxweş in ku di vê festîvalê de em mazûvaniya nîşandana pêşîn a li Brîtanyayê ya flîma BAHOZ dikin. Derhênerê Kurd ê Ravîn Asaf ku li Almanyayê dijî dê bi flîma xwe ya dawî BÊHNA SÊVAN di festîvala me de beşdar bibe. Wekî din, flîmên bi navê HERMAN, DOJEH NE JI BO SAWNAKAN E û WELATÊ EFSANEYAN ku hemû jî berhemên derhênerên ciwan ên Kurd in ji Kurdistanê bi nêrînên xwe yên nifşa ciwan bernameya îsal dê dewlemend bikin. Ev flîm bi budçeyeke piçûk li jêr mercên dijwar de hatine çêkirin û di serî pê derxistina bi dijwariyan de nîşaneya afirinerî û wêrekiya flîmçêkerên Kurdan in.
Di bernameya belgeflîman de 55 heb belgeflîmên hêzdar ên kurt û dirêj hene. HERROYA EMERÎKÎ û DOTMAM du belgeflîmên kurt in ku hostatî hatine çêkirin û li dij dijwariyên ku di jiyana wan de heye serketina girîng a jinên Kurd nîşan dide. Her çend piraniya flîman sebaret bi mijarên civakî û siyasî ne ku li Kurdistanê pêkutiya li dij jinê jî tê de ye, belgeflîma JI NÊZ VE KURDISTAN a derhênerê Kurd Yüksel Yavuz ku li Almanyayê dijî li ser gelek mijarên rexne kirî ku Kurd tûş dibin dîmeneke hêja derdixe pêş û nemaze ji bo agahdar kirina temaşevanên ne-Kurd sebaret bi rewşa îroyîn a Kurdistanê. Flîmçêkerên Perî Îbrahîm û Doug Aubrey ku li Glasgow dijîn bi belgeflîma xwe ya dirêj a KURDÎ Kurdistanê bi awayekî nêz dihînin pêşîya me. LEYLA QASIM û SOZDAR du belgeflîm in sebaret bi wan jinan in ku di tevgera berxwedana Kurdan de cih girtine. Di bernameya belgeflîman de wekî din, Kurdên Sûriye ku bêyî azadiya sînemayê li jêr şert û mercên pêkutî de dijîn. Her çend rewş weha asê be jî, em bextewar in ku di bernameya me de flîmeke bi navê ROJEK LI BAKUR heye ku ji aliyê derhênerekî Kurd ve hatiye çêkirin lê belê da ku tûşî zexta dewleta Sûriye nebe wî xwest nave xwe yê rastîn bi kar neyne. Biryareke weha nîşan dide ka Kurdên Sûriye li jêr zext û pêkutiyeke çawa de dijîn. Derhênerekî din ê Kurd Mano Xelîl ku ew jî ji ber zexta dewleta Suriye slan berê ji welêt derketiye bi belgeflîma xwe ya dawî MALA MIN ZINDANA MIN di festîvala me de beşdar dibe. Piştî di festîvala me ya 5’emîn de bernameya me ya hêzdar a li ser Kurdên Êzîdî îsal jî du kurteflîmên me yên spehî hene ku sebaret bi Kurdên Êzîdî hatine çêkirin. Ê pêşî belgeflîmek e bi navê ÊZÎDÎ ye ku ji aliyê derhênera navdar a Norwêcî Anja Breien ve hatiye çêkirin û flîma din GUNDÊ ÊZÎDIYAN jî ji aliyê derhênerê Kurd Rodî Yüzbaşı ve di sala 2008’an de hatiye çêkirin.
Digel pêşbirka me ya kurteflîman 10 flîmên me yên hêzdar hene ku di rûpelên 34 û 35 de hatine rêzkirin. Di nav wan de flîma bi navê ÊN DIN ku ji aliyê derhênerê Kurd Hişam Zaman ê nîştecihê Osloyê ve hatiye çêkirin. Her weha 3 kurteflîm hene ku ji derhênera ciwan a Kurd Bêrî Şalmaşîya niştecihê Amsterdam ve hatiye çêkirin. Şalmaşî di vê dema dawî de wekî ‘di perwerdehiya bilind de xwendekara herî baş a du-çandî’ hat bi nav kirin. Ew her weha ji aliyê kovara SKRIEN a Hollandî ve di nav 10 qabiliyetên ciwan de hatiye jimartin. Binevşa Bêrîvan ku di sala 2007’an de di 1’emîn Pêşbirka Kurteflîman a Yılmaz Güney de endama Juriyê bû îsal bi kurteflîma xwe ya dawî ÇÎROKA TELEFÛNÊ di festîvalê de beşdar dibe. Me îsal ji bo 2’yemîn Pêşbirka Kurteflîman a Yılmaz Güney zêdeyî 80 serlêdan wergirtin û 45 ji wan ji aliyê desteya pêş-hilbijêr ve ku endamên Kurd û ne-Kurd pêk dihat, ji bo pêşbirkê hatin neqandin.
Em hez dikin spasiya hemûyan bikin ku îsal di festîvala me de tevkariyê kirine. Nemaze spasiya wan flîmçêkeran dikin ku flimên xwe bi rê kirine ji bo festîvalê, spasiya endamên Juriyê dikin ku ev barê giran hildan, spasiya dilxwazên xwe dikin ku bêyî kêmasî bi sebr û aramî karekî hêja encam dan, spasiya hemû nûnerên xwe yên li Kurdistanê dikin û bi taybetî ji bo tevkariya wan spasiya sponsor û dezgehên ragihandinê dikin. Em her weha spasiya hin kesayetî û rêkxistina dikin ku navên wan li jêrê ne:
Boris Johnson (Şaredarê Londonê), Dr. Barham Ahmad Salih (Serokwezîranê Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê), Birêz Falakaddin Kakeyî (Wezîrê Berê yê Çandê, Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê), Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê Wezareta Çand û Ciwanan, Birêz Bayan Abdul Rahman (Nûnera Bilind a Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê li Brîtanyayê), Dr. Salah Al-Shaikly (Serokê Civata Hevalbendiyê ya Brîtanya û Îraqê), Charlie Gillett ê pêşkêşvanê BBC World Music, Parêzer Şadiye Arslan (Levenes Solicitor), heval û piştgirê me yê demdirêj Birêz Jenny Hall, Farhad Abid (B Plan), Sherko Abîd (B Plan), Birêz Mufis Abdulla (Mufid and Co), Aso – Xandan, Pesharaw Namo, Kanî Travel, Birêz Peshawa Baban, Donia Restaurant, Lebara Mobile, Birêz Shawan Saker and Arî Khasraw, Birêz Naser Hasan. Ê dawî spasiyeke gelek mezin to Hunermend û Derhênerê Kurd Alan Dîlan ku ji bo festîvala îsal danasîneke anîmasyonî amade kir. Kardo Ayoub ku bişev û biroj xebitî da ku malpera me di wexta xwe de amade bike.Û em nikarin wan kesan bikin li cihên nîşandan flîman ku gelek alîkariya me kirine: Negede Assefa (Karmenda Flîman, Richmix), Shira Macleod (Rêveberê Sînema, Riverside), Rob Wray (Rêveber, Shortwave Cinema), Alison Willis (Rêvebera Programê Navenda Tevgerê ya ji bo Mafên Mirovan a Amnesty International), Marjorie Hoek û ValerieDe Ruyter (Têkiliyên Karsaziyê, Birkbeck College) and Verien Wiltshire (Rêveberê Studyoyê, Spring Studios).
Bêyî piştgirî û alîkariya heval û sponsorên me ne guncan bû ku bernameyeke weha were amade kirin û ew berhemên bêhempa yên hunermendên Kurd û ne-Kurd ku xema Kurdan dixwin bînin pêşberî we. Em hêvîdar im ku hûn ji festîvalê tamê werbigirin.
Ji ber gelek sedemên girîng me flîma MIN DÎT (ZAROKÊN AMEDÊ) wekî flîma gala bo şeva vekirinê ya festîvala îsal hilbijart. Bernameya girtinê jî weha hat amadekirin ku tê de pere were ber hev kirin ji bo avakirina parka lîstikê ji bo zarokên Helepçe. Niha bi sedan zarokên Kurd ên li Kurdistana Bakur ji ber ku di xwepêşanan de cih girtine û doza mafên yeknesak kirine ji bo Kurdan, doza perwerdehiya bi zimanê dayikê kirine di zindanan de ne. Her weha li seranserî Kurdistanê bi hezaran zarok ji bo paşeroja xwe di nav tirs û xof de dijîn piştî ku dê bavê wan ji wan re gotine ka bi dehal salan e çi hatiye serê Kurdan. Em deyndarê zarokên xwe ne ku ji wan re paşerojeke aştî û biratiyê bihêlin. Festîvala îsal diyarî ye bo hemûn zarokên Kurdistanê!
Ji bo hemû flîman binenivîsên Îngîlîzî hene.
Komîteya Amadekar a Festîvala Flîmên Kurdî li Londonê


