PÊSGOTIN...

Lijneya amadekar a Festîvala Fîlmên Kurdî pê sanaz e ku xêrhatina we dike bo 5'emîn Festîvala Fîlmên Kurd a li Londonê. Merhaleya dawî ya amadekariya vê festîvalê di pêvajoyeke weha de pêk dihê ku hemû Kurdên li seranserî cîhanê bi gefxwarinên Tirkiyê ya sebaret bi êrîsa leskerî ya li ser Basûrê Kurdistanê rû bi rû ne. Kurdên li Tirkiyê û sazgehên wan ên huquqî û demokratîk jî ji aliyê dewletê û komên nijadperest ve di bin pêkutiyeke bêhempa de ne. Digel dengvedana vê aloziyê ya li hemû cîhanê Kurd dîsa bûn sernûçeyên çapemeniya cihanî. Li jêr van sert û mercan de ku Kurd li welatê xwe astî û seqemgirtinê dixwazin, em bi pêkanîna 5'emîn Festîvala xwe ya Fîlmên Kurd ji fetiloka girîng a pêvajoyê dizivirin.

Wekî salên bihurî, festîvala îsal di nav xwe de bernameyên cur bi cur ên gelek fîlman dihewîne: fîksiyon, belgefîlm, anîmasyon, hevdîtin û kurtfîlmên ne tenê ji Kurdistanê her weha ji seranserî cîhanê. Ev bername dê bi gengesiyan xurtir be ku dê bi derhenêr, fîlmçeker û lîstîkvanan re pêk were. Di festîvalê de îsal cara pêsîn pêspbirka kurtefîlman a ji bo bîranîna derhenêrê mezin ê Kurd Yilmaz Güney jî dê pêk were.

Em niha di riya pêsxistina sînemaya Kurdî û rêlêvekirina qabiliyetên nû de gaveke din nêzî çar mebestên xwe yên sereke ne. Alaqaya ji bo pêspirka kurtefîlman gelek mezin bû, zêdeyî 80 serlêdan gihastin ber destên me. Em careke din spasiya fîlmçêkeran dikin bo alqaya wan ku bi me da hîskirin ku festîvala me di asta xwe de bêhempa ye û xwedî ciheke taybet e. Em hêvîdar in ku pêsbirka me ya kurtefîlman dê alîkarî bide zêdetir kesan û wan teswîq bike da ku kamerayên xwe hildin û serpêhatiyên xwe ji dinyayê re vebêjin.

Ji sala par û vir de fîlmçêkerên Kurd berdewam bûn ku di festîvalên navneteweyî ya fîlman de xelatên giranbuha werbigirin. Ev yek nîsan dide ku sînemaya Kurdî ne wek pêta ji kayê ye. Tistekî din ku em îsal lê hay bûn jî ev e u her çi qas fîlmçêkêrin li Kurdistanê hîna nû ye niha di nav Kurdan de dibe çalakiyeke hunerî ya berbiçav. Nîsaneya berbiçav a vê têkosînê jî ev e ku em di hefteya festîvala îsal de dikarin zêdeyî 100 fîlmên ji cihên cur bi cur nîsanbidin. Helbet divê em bi bîr bînin ku rist û pistgiriya Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê li Basûrê Kurdistanê, bi taybetî Wezareta Çandê, hemû besên sînemayê yên li herêmê, kanalên mehware û televîzyonên herêmî ku bi Kurdî wesanê dikin. Her weha tevgera ramyarî, civakî û hunerî ku pistgiriyeke hêja dide fîlmçêkirinê û bandoreke mezin dike li ser pêsxistina vê hunerê.

Wekî sala par îsal jî sala yekemîniyan e. Par me bi sanazî fîlma klasîk a bêdeng a bi navê ZARÊ nîsandabû ku di sala 1962'an de li Ermenîstanê hatibû çêkirin. Îsal jî em fîlma duyem a bêdeng a sebaret bi Kurdan nîsan didin lê pêsîn sebaret bi Kurdên Êzdî ya bi navê KURDÊN ÊZÎDÎ. Careke din em hez dikin spasiyên xwe pêskês bikin bi Navenda Neteweyî ya Fîlman a Ermenîstanê û Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a li Yerevanê bo xebata wan a hêja ku em bi hewldana wan dikarin van fîlman di festîvala xwe de nîsan bidin. Em her weha spasdarê Feleknas Uca ne ku bi eslê xwe Kurdeke Êzîdî ye û niha endama Parlemana Ewrûpî ye ku beranber karûbarên xwe yên zêde qebûl kir ku di pêskêskirina vê fîlmê de li cem me be.

FFKL bo nîsandana fîlman binenivîsên Îngîlîzî amade dike û hevala me ya hêja Tara Caf ku bi xwe jî endama lijneya amadekar a FFKL'ê ye, dê di nîsandana xwe ya Harp de bi awayekî zindî li mûzîkê de. Me nîsandana îsal ji bo bîranîna Kurdên Êzîdî li dar dixin ku di êrîseke terorîstî de ku di meha Tebaxê de li Iraqê pêk hatibû û tê de 500 Kurdên Êzîdî hatibûn kustin û bi sedan hebên din jî birîndarbûbûn. Ji destpêka ser a 2003 û vir de êrîsa herî kujer a terorîstî bû ku li dij kesên sivîl pêkhatibû. Nîsandan her weha ji bo bîranîna Rojnamegerê Ermenî Hrant Dink li dar dikeve ku di meha berfanbara îsal de ji aliyê nîjadperestekî Tirk ve hatibû kustin. Hrant hevalekî bas ê Kurdan bû. Fîlma bi navê KURDÊN ÊZÎDÎ dê bêmûçe were nîsandan. Di bernameya îsal de em ciheke taybet didin fîlmên li ser Kurdên Êzîdî û gelek fîlmên bi vî rengî dê festîvalê de werin nîsandan.

Di nav berhemên din de ku dê di festîvalê de werin nîsandan ev jî hene: fîlma xwedî gelek xelatan a bi navê DERBAZBÛNA JI NAV MIJ Û DÛMANÊ ya Sewket Emîn Korkî, fîlma dawî ya Hiner Selîm DOL- GELIYÊ DEFAN û pêsnîsandana Brîtanya ya fîlma wî ya bi navê LI JÊR BANA PARÎS DE, fîlma Zulî Aladax a bi navê CAN ku heta niha ses xelatan wergirtine, fîlma dernehêrê ciwan ê Kurd Hisam Zaman ku li Norwecê dijî ya bi navê WELATÊ ZIVISTANAN û kurtefîlma wî ya bi navê BAWKE ku sîh xelat wergirtine. Fîlma bi navê BILÊTEKE MEKÎNEYÊ dê were nîsandan ku karê hevpar a Ako Ezîz û Mesûd Arif e ku her du par bi fîlma PISKIVÎNA NÊRGIZAN di festîvala me de besdar bûbûn, derhenêrê Ciwan ê Kurd Soran Mardûxî yê ji Kurdistana Rojhilat dê bi fîlma xwe ya bi navê Û BI VÎ AWAYÎ EZ JI DAYÎK BÛM li cem me be.

Di festîvalê de gelek kurtefîlmên xwedî xelat û gelek belgefîlmên cur bi cur ên hêzdar û bandorker jî dihên nîsandan ku di nav wan de belgefîlma derhenêrê Kurd Samî Mermer ku li Kanada dijî ya bi navê QUTÎKA LANZO jî heye. Her weha pêsnîsandana cîhanê ya belgefîlma Susan Kornalijnslijper a li ser strabêjê efsanewî yê Kurd Sivan Perwer a bi navê KÎNE EM, belgefîlma Orsola Casagrande û Bibi Bozzato a li ser Koma mûzîkê ya soresger a Kurd Koma Berxwedan ya bi navê BERXWEDAN jî dê pêk were. Em pêsnîsandana cihanê ya belgefîlmên li ser du helbestvanên navdar jî dê li dar xin. Belgefîlma Kawa Akreyî ya li ser helbestvanê Kurd ê mezin CIGERXWÎN û belgefîlma Selam Mecîd a li ser helbestvanê Kurd Cemal Sarbajerî ya bi navê DÎWAN. Her weha belgefîlmeke gelek balkês a Niyaz Lacanî ya bi navê JI BER KU EM KURD IN. Belgefîlma derhernêra ciwan a Kurd Binewsa Bêrîvan a bi navê SOP: GELÊ MELIKÊ TAWIS jî ji wan fîlmên li ser Kurdên Êzîdî ne ku em dê îsal nîsan bidin. Derhenêrê Kurd Jiyar Gol ku li Kanadayê dijî bi fîlma xwe ya bi navê LI ÎRAQÊ NOEL dest diavêje pirsgirêkên civatên mesîhî yên li pêserojê û her weha roja îroyîn a Îraqê. Gelek fîlmên din ên ji seranserî cîhanê li ser gelek mijarên cur bi cur ên sebaret bi civakên Kurdî jî dê werin nîsandan. Binevîsa Îngîlîzî ya hemû fîlman dê hebe.

Careke din em dixwazin spasiya her kesî bikin ku di festîvala me de tevkarî kirine; hemû endamên jûriyê ku ev karê dijwar qebûl kirin; dilxwazên ku barê li ser milên me siviktir kirine û her karê ku diviya bi sebr û aramî bi cih anîne; nûnerên me yên li Kurdistanê û her weha sponsorên me ku pistgirî dane festîvala me. Nemaze bo pistgiriya wan dixwazin spasiya van kesan bikin: Ken Livingstone (Saredarê Londonê û Meclîsa Londona Mezin),Birêz Berhem Ehmed Salih (Siyasetmedarê Kurd û cihgirê serokwezîrê Îraqê), Birêz Taha Berwarî (Wezîrê Werzis û Ciwanan, Herêma Kurdistanê),Dr Salah El-Sêxlî (Balyozê Londonê yê Komara Îraqê), Birêz Farûk Mala Mustafa, Birêz Newzad Caf, Birêz Aza Hasîm Doxramacî, Birêz Seîd Bazaz û Xanim Jenny Hall.

Bêyî pistgiriya wan a comerd a heval û hogir û sponsorên me ne guncan bû ku festîvalekê weha bê amadekirin û dengê hunermendên Kurd û ne-Kurd nehatibûna bihîstin ku bala xwe dane li ser Kurdên li Londonê. Em hêvîdar in hûn ji festîvalê tamê werbigirin.

Lijneya Amadekar a Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê