Ê pêşî tu pê bihese
Ji bo navnivîsî E-maîlekê bişîne me da ku bi emaîlan agahî werbigirî sebaret bi guhertinên ku di bernameyê de pêk hatine.
lkff@lkff.co.uk
STÊRK NÎVROKÎ BÊRENG IN
Director: Shirin Jihani
South Kurdistan (Iraq) / 2008 / 76mins / Kurdish (Sorani) and Arabic with English Subtitles
Cast: Nakshin Muhammad Rashid, Shahla Jaff, Bahman, Haji, haydar, Khalil, Wali Nawroli, Ibrahim Tanhayi
Ev flîm çîroka jinên Kurd ên dezgîrkirî ye ku di dema rejîma Baas a Seddam Husên de hatine zindanî kirin. Hin ji van jinan ji aliyê serbaz û efseran ve tûşî tecawiz û îşkenceyê bûne û hin ji wan jî li zindanê zarok anîne. Gelek ji wan hatine êşandin û ji ber sedemên bazirganî firotine qeçaxçiyan. Qeçaxçî van jinan li klubên li welatên din ên Eraban didin şoxulandin. Piştî hilweşîna rejîmê ev jin hatin azad kirin û vegeriyan welatên xwe. Astera yek ji wan jinan e ku digel zaroka xwe ya di encama tecawizê de jê re çêbûye vedigere gundê xwe. Ev flîma ku di Festîvala Flîman a Calabria de xelata taybet a Juriyê wergirtiye ji aliyê hinekan ve wekî yekemîn flîma femînîst a Sînemaya Kurdî dihê bi nav kirin.
BAHOZ
Director: Kazım Öz
North Kurdistan (Turkey) 2008 / 156 mins / Turkish and Kurdish with English Subtitles / 12
Cast: Cahit Gök, Havin Funda Saç, Selim Akgül, Asiye Dinçsoy, Ali Geçimli
Cemal ji ezmûna bo ketina zanîngehê derbaz dibe û ji gundê xwe yê dûr derdikeve û diçe Stenbolê. Li vê derê serpêhatinên wî rê lê vedikin ku haya wî ji nasnameya wî çêbe û ew tev li komeke ciwanên Kurd dibe. Ev ciwanên Kurd xwediyê xeyalên guherinên mezin in di cihana der û dora wan de. Dema toximên ‘şoreşê’ peyda dibin ev tevgera ciwanan jî dikevin nav liv û tevgeran.
XÊRHATIN
Director: Philippe Lioret
France / 2009 / 110 mins / English, Kurdish (Kurmanji), French with English Subtitles / PG
Cast: Vincent Lindon – Firat Ayverdi – Audrey Dana – Derya Ayverdi
Bîlal, xortekî Kurd ê 17 salî ye û piştî ku digel hevalkeçika xwe li rojhilata Navîn û Ewrûpayê digere û li Îngîlîstanê bi cih dibe. Lê jiyana wî ji nişka ve bi dawî dihê dema karbidestên Fransiz li Qenala Îngîlîz ew didin sekinandin. Biryarê dide ku bi avjeniyê derbazî alî dinê be û diçe hewza melevaniyê û xwe hîn dike. Li wê derê zilamekî bi navê Simon nas dike. Simon hinkerê avjeniyê ye û dike telaq bide. Da ku dilê jina xwe dîsa qezenç bike biryarê dide ku Bîlal bigire jêr per û baskên xwe û her tiştê xwe bixe rîsk. Flîma hêzdar a Phillippe Lioret li Fransayê ji aliyê zêdeyî yek mîlyon temaşevan ve hatiye dîtin û nerazîbûna li dij siyaseta koçberan a Fransayê zêde dike.
PISEPISA DIGEL BA
Director: Shahram Alidi
South Kurdistan (Iraq) 2009 / 77mins / Kurdish with English subtitles / 15
Cast: Fakher Mohammad Barzani, Maryam Boubani, Omer Chawshin
Vê flîmê di festîvala Cannesê ya 2009’an de gelek xelat wergirtin. Flîm li ser zilamekî kal, Mam Baldar e ku gelek salan di nav gundên çiyayî yên Kurdistana Îraqê de çûye û hatiye peyamên xelkê tomar kirine û gihandine cihê wan. Rojekê ji efserekî payebilind ferman dihê û sefera wî ya bo geliyên dûr dest pe dike.
ZARA
Director: Aytan Mutlu Saray
Switzerland - Austria - The Netherlands - North Kurdistan (Turkey) 2008 / 83mins / German – Kurdish (Zazaki) – Turkish with English Subtitles / PG
Cast: Alişan Önlü – Serpil Öcal – Barbara Sotelsek – Newroz Baz
Deşteke vala li der û dora gundê Zara ya li Kurdisanê dirêj dibe û tenê tişt ku vê dirêjbûnê dibire malikxaneyek e ku carinan vala dimîne. Li vê derê ruh digerin da ku tiştên ku wenda kirine peyda bikin: name, zaroktî, mal, heval, dê û bav û zarok. Di vê lêgerînê de bîrhatin û xewn di dema niha de di nav demeke xeyalî de dihên cem hev. Li gundê Zara, ‘Cem’a Alewiyan dihê gerandin ku ew jî parçeyeke ji lêgerîna bo hêviyê ye.
Yekemîn flîma dirêj a Ayten Mutlu Saray li ser mişextan e ku naçar in ku çaresnûsa xwe bijîn lê belê ne bi tenê wekî rewşeke derve lê belê wekî qedera navxweyî.


