Danasînê temaşe biker

Ê pêşî tu pê bihese

Ji bo navnivîsî E-maîlekê bişîne me da ku bi emaîlan agahî werbigirî sebaret bi guhertinên ku di bernameyê de pêk hatine.

lkff@lkff.co.uk

HÊVÎ

Director: Petter Næss

Sweden – Norway – Germany 2007 / 88mins / Swedish and Kurdish with English subtitles / PG

Cast: Ali Abdulsalam, Mehmet Aras, Kajsa Bergqvist

Kurikekî ciwan ê Kurd, Azad, dema ku diçe Almanyayê bi xeletî diçe Swedê. Li wê derê di nav çandeke xerîb û zimanekî ku tênagihîje de tenê dimîne. Lê belê bi alîkariya Kajsa Bergqvist ku firoşkarê hotdogê ye û karîzmatîktirîn kurikê dibistanê ye û her wisa şampîyonê cihanê yê atletîzmê ye dîsa dikare bi malbata xwe re were cem hev.

WELATÊ EFSANEYAN

Director: Rahim Zabihi

East Kurdistan (Iran) – South Kurdistan (Iraq) – Germany / 2008 / 73mins / Kurdish (Sorani) with English subtitles / PG

Cast: Ali Zabihi – Shaboo Soleymani – Rahim Tajani – Mohamad Saieh - Rahman Mohamadzadeh

Piştî hilweşîna pergala li Îraqê mexdûrên Kurd ên şerê Îraq û Îranê biryarê distînin ku li dij wan siyasetmedaran dozê vekin ku bûne sedema ew qas êş azaran. Yek ji wan, kurikekî seqet, li seranserê tixûbê digere da ku bi mexdûrên din daxwazname bide îmzekirin û wan bi xwe re bibe Bexdadê. Di domahiya sefera xwe de jinikeke Îranî nasdike ku ew jî mexdûreke vî şerî ye. Her du bi hev re hewlê didin ku sînorê derbaz bikin û bikevin Îraqê lê belê zivistaneke dijwar e û baran û berf nahêlin ku ew bigihîjin mebesta xwe.

EFSANEYA KAWA YÊ HESINKAR (Anîmasyon)

Directors: Havi Ibrahim & Stuart Palmer

UK 2008 / 54mins / English with Kurdish Subtitles / PG

Ev flîm sebaret bi yek ji navdartirîn efsaneya Kurdan e û li ser sersala Kurdî (Newroz) û zayîna neteweyekê ye. Qral Zojak, hukumdarê Mezopotamyayê ji aliyê Ehrîmana xerabiyan ve dihê xapandin û lanet kirin. Du marên reş ên gir li ser milên wî peyda dibin û Zohak tûşî êş û azaran dibe. Ev êş bi tenê dikare were rehet kirin heger ev her du mar bi mêjiyê zarokan werin têr kirin.

EFSANEYA EVÎNIYÊ

Director: Farhad Mehranfar

East Kurdistan (Iran) 2000 / 83mins / Farsi and Kurdish (Sorani) with English subtitles

Cast: Maryam Moghaddam, Yusef Moradian, Hawass Palouk

Xezar di çiyayên Kurdistanê re dest bi gerekê dike da ku evîndarê xwe Horam bibîne. Horam di sala dawî ya zanîngehê beşa pizişkiyê de xwendina xwe berdaye da ku li klinîkê bixebite û alîkariye gelê xwe bike ku di şer de bûne qurbanî. Dema ku sefer dike li ser vê axa qedîm di tunela rîtuelê ya efsûnan û baweriyên muhteşem re derbaz dibe. Rêbera Xezarê ew qasêt e ku Horam tê de dibêje ka ew çima çûye. Xezar her weha ji bo wî distirê.

HAYA TU KESÎ JI PISÎKÊN ÎRANÊ NÎN E

Director: Bahman Ghobadi

East Kurdistan (Iran) 2009 / 106 mins / Farsi with English subtitles / PG

Cast: Negar Shaghaghi, Ashkan Koushanejad, Hamed Behdad Babak Mirzakhani

CHANGE IN THE PROGRAMME: NO ONE KNOWS ABOUT THE PERSIAN CATS

 

We regret that due to new developments regarding the distribution of the film in The UK we are unable to screen NO ONE KNOWS ABOUT THE PERSIAN CATS at our festival. Although festival confirmed the screening of the film with the world distributor earlier and printed in official festival programme, the film’s UK distribution rights later (after festival started) has been sold to a company in the UK that is not willing to screen film at the festivals before the general release. As a result of this new development we will not be able to screen the film at our festival. Festival is programming another film from the programme for the same time (29th of November Riverside Studios 4.30pm). Please check riverside Studios web site http://www.riversidestudios.co.uk/ and our website www.lkff.co.uk

BÊHNA SÊVAN

Director: Ravin Asaf

Germany - South Kurdistan (iraq) 2008 / 83mins / Kurdish (Sorani) with English Subtitles / PG

Cast: Shalau Jamal – Safiye Akdağ – Shiwan Atouf – Hama Ali Khan

Yûsûf dermanzanekî Kurd e ku li Almanyayê dijî û li Kurdistanê ji bo rêxistineke bi navê alîkariya navneteweyî dixebite. Yûsûf dilê xwe dixe mamosteyekê bi navê Sara ku nexweşiya pişikê pê re ye û Yûsûf derman dide wê. Rizgar kurikekî ciwan e û malbata xwe di kîmyabarana li Helebçeyê wenda kiriye. Rizgar xwe tenêhiştî hîs dike û ji ber hestên Yûsûf bo Sara dibe’ce. Ji ber vê hesûdiya xwe Yûsûf radestî karbidestan dike. Lê belê piştî ku Yûsûf dihê bêserûşûn kirin xelkê bajêr nema dikare derman peyda bike û ev yek jî dibe egera aloziyan. Êdî peywira Rizgar e ku vê yekê çareser bike.

Flîma Ravîn Asaf ku li Kurdistanê hatiye kişandin sebaret bi bajarekî wenda, evîneke wenda û tawanên jibîrkirî ye.

Page: 1 2 3