Danasînê temaşe biker

Ê pêşî tu pê bihese

Ji bo navnivîsî E-maîlekê bişîne me da ku bi emaîlan agahî werbigirî sebaret bi guhertinên ku di bernameyê de pêk hatine.

lkff@lkff.co.uk

PIŞTÎ HILWEŞÎNÊ

Director: Hiner Saleem

France & Germany / 2009 / 63mins / Kurdish (Kurmanji), English , Arabic and German with English subtitles / 15

Cast: Nazmi Kırık, Fehmi Mohammad Salim, Marisa Commandeur, Ferhad Feqi, Yıldız Gültekin

Bexdad, Nîsana 2003’an. Desthilatdariya Saddam Husên hatiye rûxandin û ev yek jî ji bo mişextên Îraqî dibe egera pîrozbahiyên mezin. Li Almanyayê, Azad, mişextekî Kurd e û li ber televîzyonê bi baldarî rûdanên ku diqewimin temaşe dike. Azad hevalên xwe yên Îraqî vedixwîne da ku cejnê bikin û bi hev re govendê dikin, distrên û kêf dikin. Li ser televîzyonê rêzedîmenên ji Îraqê dihên nîşan dan. Hêdîka serpêhatî vedigerin û razên veşartî derdikevin derve û şahî vediguhere û dibe cihekî şîddetê.

AZAD

Director: Nicolas Tackian

France / 2009 / 60mins/ French with English Subtitles / PG

Cast: Jacques HERLIN, Virgile BRAMLY, Alexandra BIENVENU, Jacky NERCESSIAN, Anne SUAREZ

Mayak zilamekî ciwan ê Ermenî ye ku parçeyeke cihana karîkaturan a binê erdê ye. Mayak jiyana xwe dide ji bo çêkirina romaneke grafîkî ya bi navê Azad (ku him di Kurdî him jî di Ermenî de wateya wê yek e). Ev bernameya pirtûkê li sala 1915’an dinihêre dema ku kalikê wî hewlê dida ku ji Fermana Ermeniyan xwe rizgar bike. Mayak vê bernameyê li ser bîrhatinên kalikê xwe ava dike ku bi vî awayî li dû rehên xwe digere û digel malbata xwe têkiliyeke baştir datîne. Lê belê dema Mîna, keçikeke ciwan a Kurd, dikeve jiyana wî naçar dimîne ku bîr û baweriyên xwe ji ber çavan re derbaz bike. Mayak xwe îkna dike ku Mîna bîrhatina gelê Ermenî înkar dike û Kurdan tawanbar dike bi cih girtina di Fermana Ermeniyan de. Ev yek jî rê li qrîzeke nasnameyê vedike.

MİN DÎT

Director:Miraz Bezar

Germany – North Kurdistan (Turkey) / 2009 / 102 mins / Kurdish (Kurmanji) and Turkish with English Subtitles / PG

Cast: Şenay Orak - Muhammed Al - Hakan Karsak - Berivan Ayaz - Fahriye Çelik - Alişan Önlü

Winner of the San Sebastian Film Festival 09, Gaztea Youth Award.

Xelatgîrê Mihrîcana Flîman a San Sebastian 09, Xelata Ciwanan a Gaztea.

Di salên 90’î de Kurdistana Bakur. Şeveke meha Gulanê li nêzî Amedê li ser riyeke vala, jiyanên Gulistana deh salî û birayê wê Ferad ji nişka ve diguhere dema ku bavê wan, rojnamegerekî siyasî, û diya wan li ber çavên wan ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkan ve dihên kuştin. Piştî ku kes û karên xwe di şer de wenda dikin ev du zarokên bêparastin û birayê wan ku nû hatiye dinyayê hewlê didin kuz indî bimînin û bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin. Nivîsara flîmê bi awayekî hevpar ji aliyê rojnamegera Kurd Evrim Alataş û Miraz Bêzar ê derhênerê ciwan ve hatiye nivîsandin. Flîm wan rojan dihîne bîra mirovan ku tê de rojnamegerên Kurd her roj di naverasta rojê de dihatin qetl kirin.

DOJEH NE JI BO SAWNAKAN E (TERORÎSTAN)

Director: Keivan Majidi

East Kurdistan (Iran) / 2009 / 75mins / Kurdish (Sorani) with English subtitles

Li Kurdistana Başûr çend pitikên nû ji dayîk bûyî û zarokên piçûk dibin çayxaneyekê nêzî tixûbên Îran û Tirkiyê da ku bên firotanê ku ev zarok êtîm mane di dema dagirkirina îraqê de ya ji aliyê Emerîkiyan ve. Hevdem, hin jinên ducanî ku dixwazin zarokên di zikên xwe de bifiroşin dihên vê çayxaneyê. Li vê derê terorîst hewlê didin zarokan bikirin ku dixwazin wan wekî çekdar mezin bikin. Ev flîm serpêhatiya tirsnak a qeçaxçîtiya zarokan e.

HERMAN

Director: Hisen Hasan

South Kurdistan (Iraq) / 2009 / 84mins / Kurdish (Kurmanji) and Turkish with English subtitles

Cast: Gulbahar Kavjo, Harman Taher, Rekish Shahbaz

Çend hefte beriya Enfala 1988’an keç û xortekî Kurd, Herman û Adar, ku dilê wan di hev du de ye, dikin bigihîjin xewna xwe ya zewacê. Dema kurik diçe gundê dezgîriya xwe da ku wê bibîne, dibîne ku gund ji aliyê artêşa Seddamî ve hatiye rûxandin û Adar jî çûye. Her ku lê dikole pê dihese ku Adar û gundî ber bi tixûba Tirkiyê ve reviyane da ku ji xwe re stargehekê peyda bikin lê belê li wê derê tûşî zulm û zorê bûne û li kampeke penaberan hatine bi cih kirin bêyî ku pêdiviyên wan ên bingehîn werin bi cih anîn. Malbata Adar pê dihesin ku Adar ducanî ye û jê dixwazin ku zarok ji ber here da ku şermek neyê ser navê malbata wan. Lê belê Adar vê yekê napejirîne ji ber ku ew zarok tenê tişt e ku wê bi evîndarê xwe re girê dide.

HÊVÎ

Director: Ibo Kurdo

The Netherlands 2009 / 88mins / Dutch and Kurdısh with English Subtitles / 15

Cast: Nadiye Baran – Nadia Poeschmann – İbrahim Selman – Celil Toksöz – Sidar Toksöz

Yaro kesek e ku digel jina xwe ji Îraqê reviyaye û niha li Holandayê dijî. Sebaret bi zarokekî yê bi navê Temo ku ji tevkujiyê rizgar bûye flîmekê çêdike. Hebûna Yaro li jêr siya xeyaletên bavê wî ku hatiye kuştin û birayê wî yê bêserûşûnkirî dimîne. Yaro diçe cem jinikên din û jina xwe xetabar dike ji ber ku zarokên wan çênabe lê belê qûsûrê wî ye ku zarok jê çênabe. Her ku flîm didome jina wî jê heyfa xwe hiltîne. Hêvî flîmeke tahl-şêrîn, helbestî û tinazî ye.

Page: 1 2 3