Fîlmên Direj...
LI JÊR BANA PARÎS
Director: Hiner Saleem
Cast: Michel Piccoli, Mylene Demongeot, Maurice Benichou, Marie Kremer, Birol Unel.
France 2007 / 98m / French with English subtitles / 12A
Dema payîz tê Marcel narehet dibe, çîpên wî tûsî ês dibin û zimanê wî giran dibe. Amar jî çûye û kafe hatiye girtin. Kurê Marcel, Vincent (Vincent Tepernowski) ê burjuwa yan bala xwe nade bavê xwe yan jî wexta wî nîn e, û tenê heval ku li wir dimîne û lê dinihêre Julie (Marie Kremer) ye, jineke bi sehwet ku serê wê bi xwediyê malê (Serge Chambon) re di belayê de ye. Ew jî pir namîne û rewsa nesax a Marcel bi hatina zivistanê re gÎrantir dibe. Hiner Selîm Kurdek e ku awirên xwe vedide Rojavaya rehet bi awayekî helbestî, zirav û hisk. Ji bo wî, xizanî û mirin jî daxwaza wî ya jiyanê zêdetir dikin.
Û BI VÎ AWAYÎ EZ JI DAYÎK BÛM
Director: Soran Mardookhi
Cast: Asadollah Rahimi, Zaniyar Mardookhi, Sattar Chamanigol, Payman Menbari, Bahareh Gorji, Shabab Naseri.
East Kurdistan (Iran) 2006 / 75m / Kurdish (Sorani) with English subtitles / PG
Ev fîlma hevpeyvînê ji aliyê derhênerekî Kurd ê ciwan ê bi navê Mardoxî ve li herêmên çiyayî yên Kurdistanê ku dikeve rojavaya Îrana îroyîn hatiye amadekirin û kisandin. Mardoxî di vê fîlmê de serpêhatiya komeke takekesan vedibêje ku ji bo ku bigihîjin mebestên xwe li hember zehmetî û tengezariyan têdikosin. Dema ew ji vê herêmê derbaz dibin serpêhatî û rêwîtiya wan diyar dibe, pês dikeve.
BILÊTEKE MEKÎNEYÊ
Director : Masoud Arif & Ako Aziz Mezra
Cast: Mohammed A. Atrushi, Adel Hasan, Kajal Abdulla, Aland Hazim, Rekesh Shahbaz, Dawan Nawzad, Salih Arif, Asmat Izat, Nawzad Majeed, Akhtar Kareem, Deelan Sardar, Nareen M. Faris, Zenat Nawzad.
South Kurdistan (Iraq) 2007 / 52m / Kurdish (Kurmanji) with English subtitles / 12A
Ol bi baweriya mirovan hatiye sînorkirin, lê belê bi tenê mirov dikarin biryarê bidin ka kengî baweriya xwe pê bînin yan neynin. Bêguman ev yek pêk dihê dema mirov ji jiyanê fêm dike, ji xwe fêm dike. Ji zaroktî ve ev di hisên me de bi cih bûne: guneh, dojeh, bihust, xwedê, îradeya giyana me.
Di vê fîlmê de sirûst giyaneke azad û serbest dixwaze. Mirov dixwaze ji zaroktiya xwe bihustê bibîne, xwedê nas bike û hin pirsan jê bike. Ji ber ku giyan û çav hatine çewsandin, ew jî ji mirêkekê alîkariyê dixwaze! Dibe ku em xwedê di mirêkê de bibînin. bi 'DIBE KU'yeke mezin.
WELATÊ ZIVISTANÊ
Director: Hisham Zaman
Cast Raouf Sarag, Shler Rahnoma, Kawa Gilli, Alibag Salimi
Norway 2007 / 52m / Kurdish (Sorani), Norwegian with English subtitles /
Rênas penaberekî Kurd e ku li bakurê Norwecê li cihekî pir dûr dijî û pir bas hînî jiyana wan deran bûye. Ji bilî jinekê, xwedî her tist e ku dixwaze. Bi qasidiya merivên xwe yên li Îraqê, jinek dihêne bi navê Firmêsk. Lê dema bûk dihê Norwecê zewaca wan bi dijwarî dest pê dike. Ne welat ne jî mêrê wê wekî ku ew li bendê ye. Û gelo guncan e ku Rênas ji jinekekê hez bike ku bi tenê di wêneyan de dîtibe?
| Letter from the Mayor |
|---|
| Jury Members |
| Related Activities |


English
Kurmanji






