Fîlmên Direj...

can
CAN- CÎHANA WÎ XWEDÎ ZAGONÊN XWE YE

Director: Züli Aladag
Cast: Oktay Özdemir, August Zirner, Corinna Harfouch, Rober Höller, Ralph Herforth.

Germany 2006 / 90m / Turkish, German with English subtitles / 15

Fîlma derhênerekî Kurd ê bi navê Aladax ku li Almanyayê dijî bi awayekî rexnegir pesnê wê dihê dayîn û xwediyê gelek xelatan e, qala lihevnekirineke dike ku di navbera Can (Ozdemîr), kurê malbateke Tirk ê koçber, û malbata Laub'an, malbateke ji çîna navendî ku rewsenbîr diyar in, derdikeve. Dema li taxeke aram û ewle ya Berlînê dijîn, ji ber ku lawê wan Felîks (Holler) serê xwe bi Can re dixe belayê jiyana profesorê wêjeyê Simon Laub (Zirner) û ya jina wî Christa (Harfouch) serobino dibe. Digel gefxwarinên Can ên ji bo çewsandinê, Simon berevajî helwesta xwe ya rast a polîtîk Can piçûk dixe- ji ber hestiyariya di nav dorçerxa hers û sîdetê. Ezmûneke gelek balkês a di cihana modern de rûbirû hatina bawerî û sîlanan e.

crossing the dust
DERBAZ BÛNA JI NAV MIJ Û DÛMANÊ

Director : Shawkat Amin Korki
Cast: Adil Abdolrahman, Hossein Hasan, Abdola Awayd, Aba Rash, Ayam Akra.

France-South Kurdistan (Iraq) 2006 / 73m / Kurdish (Sorani) and Arabic with English subtitles / PG

Fîlmeke rêwîtiyê ku di sala 2003'yan de dema hilwesîna Sedam de li îraqê hatiye çêkirin. Du pêsmergeyên Kurd ên bi navê Azad û Resîd li dê û bavê zarokekî Ereb ê 5 salî digerin ku li kuçê bi girî derketibû pêsiya wan. Navê kurikê jî Sedam e. Hevdem dê û bavê lêwik jî li her derê li kurê xwe digerin û fikaran dikin ji ber ku navê lawê wan niha bûye tabûyek. Hemû hewldanên wan her du Kurdan ku xwe ji lêwik xelas bikin bêencam dimînin, ne Emerîkî ne jî meleyê mizgewtê lawik dixwaze. Edî Sedamê piçûk dibe pirsgirêkeke mezin. Li kuçe û bazar û dora wan bi gistî bi tesqele û hawîrdora aloz a wan rojan hatiye dorpêçkirin, digel sîdeta li ser sînora teqînê.

YAZIDI KURDS
KURDÊN ÊZÎDÎ

Director : A.Martirosyan
Cast: H. Nersisyan, T. Hakobyan, A Avetisyan, M. Manvelyan, Khano - M.Janan, G. Avetyan, T. Ayvazyan, L. Zavaryan, Kh. Abrahamyan, K. Geghamyan, G. Yeghiazaryan, S. Mirzoyan.

Armenia 1932 / 52m / silent with Russian and English subtitles / PG

Pistî di dîrokê de yekem film a li ser Kurdan a bi navê ZARÊ ku me par nîsandabû, em pê kêfxwes in ku fîlmeke din a klasîk a ji Ermenistanê nîsan didin. Piraniya Êzîdiyan Kurd in û zêdetir li herêma Mûsil a Bakurê Îraqê dijîn. Êzîdî di nav sê baskên Êzdanîzmê de bi piçûktirîn bask re girêdayî ne. Êzdanîzm jî oleke ji Rojhilata Navîn e û xwedî kokên kevnare ya Hînd û Ewrûpî ye. Ev fîlm qala damezrandina çewlikeke kolektîf a li gundekî Kurdan a li Ermenistanê dike ku warê hezaran Kurdên Êzdî ye.
Îsal 14'ê meha Tebaxê Kurdên Êzîdî bûn hedefa êrîsên terorîstî û tê de gelek êzîdî hatin kustin. Êrîsbirên xwe-kuj ên bombeyî li gundên Kahtaniya û El Cezîre ku dikevin bakurê Mûsilê, parêzgeheke îraqê ye, bûn sedema mirina zêdeyî 500 kesan û birîndarbûna 200 kesan. Ev nîsandan ji bo bîranîna wan qurbaniyan e ku di van êrîsan da jiyana xwe ji dest dane. Ev êrîs ji 2003'yan û vir de cirkî dagirkirina Emerîkiyan erîsa herî kujer bû.
Ev film her weha ji bo bîranîna Hrant Dînk e ku rojnamegerekî navdar ê Ermenî û hevalê Kurdan bû ku di 19'ê Pûsbera 2007'an de ji aliyê Tirkekî nijadperest ve hatibû kustin.

dol
DOL: GELIYÊ DEFAN

Director: Hiner Saleem
Cast: Nazmî Kirik, Belçim Bilgin, Ömer Çiaw Sin.

South Kurdistan (Iraq)-France-Germany 2006 / 90m / Kurdish (Kurmanji & Sorani) with English subtitles / 12A

Gundekî li Kurdistana Tirkiyê ya bi navê Balliova ku li ser sînorên Îran û Îraqê ye, bûye qada serê bezandina sînorê ku herêm tar û mar kiriye. Li herêma ku gêrîlayên Kurd çalak in leskerên Tirk dewriye digerin û sîdet û ser ji xwe re dikin hincet ku pêkutiya ser xelk zêdetir bikin. Di van sert û mercan de gundiyên bi navê Azad û dergistiya wî Nazenîn dizewicin. Lê belê dema zemawendê hemû bernameyên wan xerab dibe ji ber ku serek bi serbazên Tirk re rûdide ku tê de serleskerek tê kustin û Azad naçar dimîne ku bireve û Nazenîn li dû xwe bihêle. Azad dest bi rêwitiyeke tijî zor û zehmetî dike ku ev rêwîtî wî dibe herêmên Kurdan ên li Îran û Îraqê ku li wan deran cuda rengiya çand û mercên gelê xwe kifs dike û pê sa dibe.