Belgefilm Programme 12 (Monday 3 Dec 14:15)

CHRISTMAS IN IRAQ
LI ÎRAQÊ NOEL

Director: Jiyar Gol
South Kurdistan (Iraq)-Canada 2007 / 27m / Kurdish (Sorani), Arabic-Aramaic with English subtitles / 15

Mebesta vê belgefîlmê ew e ku jiyana mesîhiyên li Kurdistanê ya di dema alozî de nîsan bide. Ji serpêhatiya bavikê Slewa û du malbatan ku ji Bexdad û Musilê reviyane hatine Kurdistanê, film qala jiyana rojane ya mesihiyên Îraqî dike û hewlê dide da ku fêm bike ku civata mesîhî çawa karibûye di naverasta aloziya li welêt bijî û hêza xwe ji ku werdigirin.

LALISH IS THE BEGINNING OF THE LIFE
LALES DESTPÊKA JIYANÊ YE

Director: Aso Haji
South Kurdistan (Iraq) 2007 / 25m / Kurdish (Kurmanji and Sorani) with English subtitles / PG

Portreyeke Lalesa Nûranî, perestgeha pîroz a Kurdên Êzîdî yên li bakurê rojhilata a Mûsûlê, parêzgeheke li Kurdistana Basûr, û merasîma olî ya Kurdên Êzîdî ku li wir in. Ola Êzdayetî ku wek Metriyan tê zanîn ji dilê Kurdistanê der dihê. Lê belê li ser axa xwe jî dike bibe çandeke jibîrçûyî. Her weha ev çand di nav xwe de kevintirîn mîtolojiya avabûna kahînat û jiyanê dihewîne.

CHILDREN OF ADAM
ZAROKÊN ADEM

Director: Georgy Paradzhanov
Russia 2007 / 50min / Kurdish (Kurmanji) with English subtitles / PG

Kolajeke empresyonist a parçeyên jiyana Kurdên Êzîdî yên li Ermenistanê. Ev fîlmeke di barê evînê de ye: hezkirina di nav mirovan û xwedawendê wan; û sebaret bi kesan ku beranber her tistî karibûne ku kelepûr û çanda xwe ya kevn a hezar salî biparêzin.

Belgefilm Programme 13 (Wednesday 5 Dec 20:15)

SOUND OF THE WALNUT
DENGÊ GÛZÊ

Director: Nasir Hassan
South Kurdistan (Iraq) 2007 / 25m / Kurdish (Sorani) with English Subtitles

Ev belgefîlm li ser jiyana gelê Kurd a li ser çiyayan û li gundan e. Nemaze li herêma di navbera Kurdistana Rojhilat û Kurdistana Basûr. Û film li ser werza ku gûz sîn dibin hûr dibe ku êdî wexta berhevkirinê ye. Fîlm sebaret bi vê serdemê ye û nîsan dide ka xelk çawa alîkariya hev du dikin.

WHITE GOLD
ZÊRÊ SPÎ

Director: Bijan Zamanpira
East Kurdistan (Iran) 2006 / 15m / No dialogue / PG

Ev belgefîlm qala dema neasayî ya Kurdên li deverên çolter dike ku divê dema havînê ji bo av peyda kirinê tê re derbaz bin.