Belgefilm Programme 7 (Monday 3 Dec 16:30)
ROJEK BI PKK'Ê RE
Director: Karzan Sherabayani
United Kingdom 2006 / 7m / English, Kurdish (Kurmanji) with English subtitles / PG
Bi hezarên endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Basûrê Kurdistanê, Iraqê ji bo berevaniya çekdarî her roj dihên perwerde kirin. Ev rêkxistin ji ber zordestiya dewleta Tirk a li ser Kurdan di 20 salên dawî de pir bi lez û bez mezin bû û niha dihê bawer kirin ku li sernaserî cihanê bi mîlyonan kes pistgirî dide wan. Her çi qas Tirkiye daxwaz dike ku bibe endamê Yekitiya Ewrûpayê hîna jî hebûna Kurdan nas nake û mafên wan nade wan û her weha PKK'ê jî wek rêkxistineke terrorist radigihîne. Derhênerê Kurd Karzan rojeke xwe li kampa perwerdehiyê derbaz dike.
ÇAVGIRTÎNOK
Director: Aydin Sevinç
North Kurdistan (Turkey) 2006 / 45m / Kurdish (Kurmanji), Turkish with English subtitles / PG
Di 24'e Adara 2006'an de, sê roj pistî Newrozê ku bi tevlêbûna yek mîlyon kes li Amedê hat pîrozkirin, 14 servanên PKKê di serekî digel hêzên ewlekariyê yên Tirkan de hatin kustin. Delîl nîsan didin ku ev 14 servan bi cureyekî bombeyên kîmyewî hatine kustin. Hezar kes di cenazeya wan de amade bûn. Polêsên Tirk êrîs bir ser xelk ku tev li cenazeyê bûbû û 7 ji wan kustin ku di nav wan de hin zarok jî hebûn. Fîlmçêker Aydin Sevinç digel malbatên van kesan dipeyive û ji zarokên Amedê raste rast dibîhîze ka çi qewimiye.
Belgefilm Programme 8 (Monday 3 Dec 18:15)
LI SER NAVÊ KEVNESOPÊ
Director: Kameel Ahmedy
United Kingdom 2007 / 34m / Kurdish (Sorani) with English subtitles / 12A
Lêkolînên dawî nîsan didin ku ji sedî 70'ê keçikên li Îranê dihên sinnet kirin. Ev yek li herêma Kurdan a li Îranê jî pêk dihê. Ev belge film vê fenomenê lêkolîn dike, rasterast bi xelkên herêmê, dê û bav, meleyan, bijîskan û hwd. re dipeyive û her weha kesên xwe debara xwe bi vî karî re dikin. Ev fîlm yekem fîlm e sebaret bi vê mijara li Îranê hatiye çêkirin. Fîlm pasê ji bo du hefte li ser jiyana xwendekareke ciwan radiweste ku vê dawiyê ji diya xwe hesiyaye ku ew jî hatiye sinnet kirin.
ÇI HAT SERÊ ME
Director: Hossein Jehani
Australia 2005 / 23m / Kurdish (Sorani) with English subtitles / PG
Çîroka xemgîn a jinên ku li Kurdistanê dijîn û fîlm hûr dibe li ser kustina jinan a li ser navê namûsê her weha jinên ku ji ber pêkutiya ji malbat an civakê agir berdidin bedena xwe û xwe dikujin.
DI NAVERASTA EVÎNÊ. KUSTIN
Director: Chia Yasin
South Kurdistan (Iraq) 2007 / 14m / Kurdish (Sorani) with English subtitles / PG
Di barê têkosîna serxwebûnê ya jinên Kurd e li dij komele, kelepûr û malbat e ku nahêlin jin azad bin. Di vê belgefîlma hevdîtinê de akademîsyen, çalakgerên mafên jinan û serekên olî dipeyivin.
| Letter from the Mayor |
|---|
| Jury Members |
| Related Activities |


English
Kurmanji






