Belgefilm Programme 5 (Sunday 2 Dec 15:45)

DIWAN
DÎWAN

Director: Salam Majeed
United Kingdom 2007 / 10m / Kurdish (Sorani) with English subtitles / PG

Belgefîlmeke kurt sebaret bi helbestvanê Kurd Cemal Sarbajerî ku di salên 1950 û 60'î de yek ji mezintirîn helbestvanê bandoker bûye li Kurdistana Basûr. Niha ji malbata xwe dûr li xerîbiyê li Londonê dijî.

MINE AND TABLOU
MINE AND TABLOU

Director: Hossein Jehani
Australia 2002 / 22m / Kurdish (Sorani) with English subtitles / PG

Çîroka fîlmçêkirinê ya hunermendê Kurd Serwet Sewz e ku di demeke nêz de li Kurdistana Basûr di qezaya mekîneyan da jiyana xwe ji dest daye. Ev hunermendê ku gelek dihat hez kirin ji bo debara xwe bike biroj mayinan ji erdê derdixist û bisev jî wêneyan çêdikir. Ev fîlm diyarî ye ji bo bîranîna wî.

Belgefilm Programme 6 (Sunday 2 Dec 18:15)

RESISTANCE
BERXWEDAN

Director: Orsola Casagrande, Bibi Bozzato
Italy 2007 / 40m / Turkish, Kurdish (Kurmanji) with English subtitles / PG

Ev portre-belgefîlma Koma Berxwedan ku ji aliyê rojnameya çepgir a Îtalî Il Manifesto ve hatiye amadekirin her weha serpêhatiya tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurd e. Koma Berxwedan ku di nav komên Kurdî de yek ji balkestirîn koma experimental û nûjen e dikare we koma vekirî were binavkirin ku endamên kome bi xwesteka xwe yan ji ber pêwîstiyê tên guherbar. Her weha digel hezkirina kûr a ji bo her aliyên mûzîkê kom her tim xwedî dilsoziyeke hêzdar a siyasî ye. Û ev yek ne tesaduf e ku hin endamên komê ji komê veqetiyane û li ser çiyayên Kurdistanê tev li refên gêrîla bûne. Hin ji wan jiyana xwe jî ji dest dane. Hinek din jî naçar mane ku li misextiyê bijîn. Ên din hîna li Kurdistanê dixebitin beraber hemû zehmetî î pêkutiyan.

WHO ARE WE?
KÎNE EM?

Director: Susan Kornalijnslijper
Holland 2007 / 63m / English, Kurdish (kurmanji and Sorani), Turkish with English subtitles / PG

Li hemû dinyayê nîsandana pêsîn a belgefîlma li ser Sivan Perwer e, stranbêjekî Kurd ê dijber ku bi salan li misextiyê, zêdeyî sîh salan li Ewrûpayê jiyaye. Bi dengê xwe yê ku hilma mirovan dibire û performansa wî ya li ser dikê Sivan Perwer helbestên siyasî yên bi Kurdî distrê. Ew yek ji sembolên zindî yên Kurdan e li seranserî cihanê û stranên wî hîna ji li gelek cihan qedexe ne. Digel dîmenên konserên wî gelek dîmenên sebaret bi jiyana hem li Kurdistanê û him jî li derveyî Kurdistanê hene. Fîlm her weha li ser çend Kurdan hûr dibe ku bi awayekî pir bi hêz di bin bandora mûzîka Siwan Perwer de mane. Fîlmçêkera Hollandî Susan Kornalijnslijper digel Sivan Perwer derdikeve rewîtiyeke pênc salî da ku belgefîlma xwe çêke. Lê hay dibe ku li Kurdistana dagirkirî ew qas ne hêsan e ku gelek mêr her çi qas tav tunebe jî berçavkên tavî dixin çavên xwe.

WOMEN DENGBEJ
JINEN DENGBÊJ

Director: The Collective of Atölyemor
Turkey 2006 / 22m / Kurdish (Kurmanji) with English subtitles / PG

Jinên Kurd ku li derveyî çanda nivîskî hatine histin serpêhatî û dîroka xwe bi denbêjiyê û bi stranên xwe derbazî nifsên nû dikin. Ev film vegotina van jinan pêskês dike ku li hember dijderketina malbat û komeleyê hewlê didin vê çanda ku di bin gefxwarinê de ye biparêzin.